Di sala 2017an de qedexekirina zimanê dayikê nayê qebûlkirin...

21ê Sibatê, ji aliyê Rêxistina Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekgirtî (UNESCO) ve di sala 1999an de bi boneya piştevaniya pirçandîtî û pirzimanîtiyê ve wek “Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê” hate qebûlkirin. Li gorî peymana gellek welatên ku endamên Neteweyên Girtî û Konseya Ewropayê ne, zimanê dayikê û mafê perwerdeya zimanê dayikê hatiye misogerkirin.

Mixabin li Tirkiyeyê, mafê “perwerdeya zimanê dayikê” di qanûna bingehîn de nehatiye misogerkirin û bi ser de qedexe ye jî. Em bi salan e, hewl didin da ku ev berbestiyên qanûnî werin rakirin, lê hikûmet û partiyên muxalefetê ji bo vê yekê ti gav neavêtin. Di guhertina qanûna bingehîn a îro de jî ti hewldan ji bo rakirina vê qedexeya nehatiye kirin.

Piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê OHAL hate ragihandin û bi riya Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de, rojnameya rojane ya Azadiya Welat, kanalên TVê, ajansên nûçeyan, kovar û radyo û weşanxaneyên Kurdî û Dibistana Ferzad Kemanger, Kurdî-DER û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û gellek saziyên ku di tarîtiya salên 90an de jî nehatibûn girtin, îro hatin girtin.

Saziyên pirzimanî û pirzaravayî yên di bin banê şaredariyan de kar dikirin û dezgehên ku li gorî perspektîfa yeksaniya zayenda civakî û destkeftiyên bi têkoşîna jinê hatî bidestxistin û kreşên ku bi zimanê dayikê perwerde didan, hatin girtin. Îbareyên pirzimanî û pirzaravayî yên ku di tabeleyan şaredariyan de cih digirtin, ji aliyê qeyûman ve hatin rakirin. Derbarê Hevşaredarên ku bi pirzimanî xizmet didan gel doz û lêpirsîn hatin vekirin û ew ji kar hatin bidûrxistin. Mixabin di rojeke wiha de ev heqîqet li ber çavan e.

Di zabitnameyên Meclisê de, Kurdî wek “zimanê nenas” û “zimanê nehat fêhmkirin” û “zimanê X(îks)” tê tarîfkirin û ev muamele bi kurtî feraseta nêzikbûna AKPê ya Kurdî nîşan dide. AKPya tekperest, bi vê helwesta xwe feraseta “yekzimanperest” didomîne. Her wisa ev nêrîn û feraset, di van rojên dawîn de gehiştiye merheleyeke mezin a zimankujî û çandkujiyê û bikaranîna zimanê dayikê di meydana girseyî de, bûye wek tawanekê. Derbarê xwendekarên ku guhdariya muzika Kurdî dikirin û govend digerandin de lêpirsîn hate vekirin. Ev rewş dilreşiya halê dawî bi awayekî zelal nîşan dide.

Mixabin ev reftar li Tirkiyeyê di sala 2017an de û di “Roja Zimanê Dayikê” de rû didin.

Em ê helbet li dijî qedexeyên zimanî têkoşîna xwe bidomînin û her hewl bidin da ku zimanên qedîm ên li vê cografyayê wek “tehdîdekê” neyên fêhmkirin. Em ê her hewl bidin da ku mafê perwerdeya hemû zimanên dayikê yên li Tirkiyeyê bêne dayîn û hebûna wan di qanûna bingehîn de werin misogerkirin. Em ê tim têkoşîna xwe berdewam bikin da ku zimanên dayikê werin parastin û pêşxistin û heta ku îtîrazên peymanên navneteweyî yên hatine îmzekirin neyên rakirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Bi vê helkeftê, 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li vî welatî û li devera me û li gelên dinyayê pîroz be. Em bangî her kesî dikin, da ku li zimanê xwe xwedî derkevin û rêz li zimanê dayikê bigirin.

 

Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDPê

21 Sibat 2017