Di 69’emîn salvegera wefata wî de em Celadet Alî Bedirxan bi rêzdarî bi bîr tînin

Daxuyaniya Berdevka Komîsyona me ya Polîtîkayên Perwerdehî, Werzîş, Çand û Hunerê Sevtap Akdag Karahali:

Di ser koça dawî ya zimannas, nivîskar, kedkar û xemxurê ziman û çanda Kurdî, Celadet Alî Bedirxan re 69 sal derbas bûn. Di 69’emîn salvegera wefata wî de em li ked û mîrasa wî ya ji bo ziman û çanda Kurdî xwedî derdikevin û wî bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. 

Jiyana Celadet Alî Bedirxan, parçeyekî dîroka sirgûniyê ya gelê Kurd e. Mîrê Mîrektiya Cizîra Botan Mîr Bedirxan, ji ber ku polîtîkayên navendîbûnê ya dewleta Osmanî qebûl nekir, ew ji welatê xwe hat sirgûnkirin. Mîr Celadet Bedirxan jî, di sirgûniyê de, di sala 1893’an de li Stenbolê ji dayik bû. Ji ber kar û xebatên xwe Bedirxan ji Ewropayê heta Şamê di jiyaneke sirgûniyê de ji bo ziman û çanda Kurdî di nav keftûlefteke mezin de mîraseke mezin li pey xwe hişt. 

Celadet Alî Bedirxan geh di warê zimannasiyê de, geh jî di warê xebatên siyasî de jiyaneke mişt têkoşîn li pey xwe hişt. Di 15’ê Gulana 1932’an de Kovara Hawarê derxist û di kovarê de girîngî da xebatên zimanî, çandî û wêjeyî. Celadet Alî Bedirxan û heval û hogirên wî di Hawarê de kuliyeteke mezin ava kirin û îlhameke mezin dane lêkoler û xebatkarên ziman û çanda Kurdî. Kovara Hawarê roleke wek dibistan û zanîngehekê di dîroka xebatên Kurdî de lîst û nivîskarên wek Kamiran Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrîcan, Cegerxwîn anî gel hevdu. Celadet Alî Bedirxan, di temamî jiyana xwe de ji bo standardîzasyona zimanê Kurdî û hewl da û di warê girîngiya zimanî de şîretên mezin li gelê Kurd kir. Bedirxan yek jî danerê alfabeya Latînî ye ku ev yek di dîroka zimanê Kurdî de şoreşeke mezin e. 

Celadet Alî Bedirxan, bi xebat û xîreta xwe, di dilê gelê xwe de dijî û dê tu carî neyê jibîrkirin. Di salvegera damezirandina Kovara Hawarê de anku di 15’ê Gulana 2020’an de qeyûmê Sêrtê Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan hilweşand û careke din dijminahiya xwe ya li dijî zimanê Kurdî û kesayetên Kurdî aşkera kir. Hilweşandina Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan, nîşana nêzikatiya li dijî zimanê Kurdî ya hikûmeta AKP’ê qeyûman wan e. Em ê vê reftara kirêt ku di şexsê Celadet de li ziman û çanda Kurdî hatiye kirin tu carî ji bîr nekin û zêdetir li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. 

Di dîrokê de hin şexs hene, bi hewl û hebûn û keftûlefta xwe, bahozên xwebûn û hebûnê radikin û mohra xwe li siberoja gelê xwe dixin. Bayê Celadet Alî Bedirxan di nav me de ye, ruhê wî yê bi me re her şad be. Bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.

 

Sevtap Akdağ Karahalı

Berdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehî, Werzîş, Çand û Hunerê

15 Tîrmeh 2020