Derbeyên siyasî îradeya me naşikînin; meşa me ya azadiyê bi hêvî û bawerî didome

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî:

4 sal di ser derbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an re derbas bûn. Plana têkşikandinê ya ku biryara wê di sala 2015’an de hatibû girtin, di 4’ê Mijdara 2016’an de hat cîbicîkirin. Hevserokên me yên Giştî yên berê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û bi dehan parlementer, bi sedan hevşaredar û bi hezaran endamên partiya me, heta niha bi awayekî derqanûnî hatin girtin. Îradeya gel nehate naskirin, şaredarî bi awayekî aşkera hatin desteserkirin. Hemû rêgezên qanûna bingehîn hatin binpêkirin, şer, pevçûn û berberî li ser gelan hate ferzkirin. 

Derbeya siyasî ya ku bi destê tifaqa AKP-MHP’ê ve hate pêkanîn, îro di her qadê de bi awayekî hovane tê meşandin. Ev derbeya ku 4 sal berê hate destpêkirin, beriya her tiştî qada siyaseta demokratîk, partiya me û bi milyonan dildarên partiya me ji xwe re kire armanc û îradeya wan nas nekir. Îro bi tenê ne parlementer û hevşaredarên me, her wekî din bi awayekî giştî “îradeya gel” ji xwe re kiriye armanc. Îro hemû hêz û aliyên ku li Tirkiyeyê siyasetê dikin, divê li ser vê mekanîka derbeyê kum û kolozên xwe daynin ber xwe û baş bifikirin. 

Ev proseya derbeya siyasî di dawiya 4 salan de tabloyeke aşkera derxist meydanê. Ew derbeya ku di serî de li dijî partiya me, li hemberî HDP’ê hate pêkanîn, di dirêjahiya wê pêvajoyê de bandora xwe li ser temamî civakê jî kir. Ewên ku di serî de çav û guhên xwe ji vê derbeyê re girtibûn, niha bi xwe jî bûne hedefa vê derbeyê. Serokwezîrê wê demê ji erkê hate kişandin, ew îradeya ku piştgirî dabû vê pêvajoyê îro bi xwe jî bûye armanca vê derbeya siyasî. Çimkî ev mekanîka ku dibe sebeba derbeyan, beriya her tiştî dijminê îradeya gel e û qada siyaseta demokratîk ji xwe re dike armanc. Piştî 4 salan îro bi awayekî zelal diyar e ku, divê her kes, her partî û her alî bêşert û bêmerc li dijî vê mekanîka derbeyê dengê xwe bilind bike. Em îro baş dibînin ku gava carekê qanûna bingehîn bê îxlalkirin, li dijî êrişên li ser siyaseta demokratîk tu reaksiyon û bertek neyên nîşandan, ev êriş hem zêde dibin û hem jî tu fonksiyona qanûna bingehîn namîne. Mixabin îro îradeya Meclisê êdî nayê naskirin, vîna gel nayê qebûlkirin. Piştî 4 salên ku di ser wê derbeya siyasî re derbas bûne, em îro dibînin ku gelek aliyên ku ji bo berjewendiyên xwe piştgiriya AKP-MHP’ê kirine îro hemû nirxên mirovî û demokratîk kirine qurbaniya berjewendiyên xwe. Divê ew hêz baş bizanibin ku nirxên demokratîk û mirovî tu carî nabin mijara bazariyê. 

Her çend ev mekanîka derbeyê ya ku qada siyaseta demokratîk û îradeya gel ji xwe re kiriye armanc êriş û zextên xwe her ku diçe zêdetir bike jî, em îro dibînin ku siyaseta demokratîk li hemberî vê zihniyetê têk neçûye. Berevajî wê, qada siyaseta demokratîk bi hêza gel îro zêdetir li ser piyan e. Em bi awayekî aşkera dibêjin ku; derbeyên siyasî îradeya me naşikînin; meşa me ya azadiyê bi hêvî û bawerî didome. Ewên ku mekanîka derbeyê û operasyonên qirkirina siyasî ji xwe re kirine mertal û bi wê hêzê dixwazin hemû nirxên demokratîk, mirovî û îradeya gel binpê dikin, bila baş bizanibin; ew her ku diçe têk diçin, em û îradeya gel û siyaseta demokratîk bihêz dibin. Meşrûiyeta wan nemaye û ew îro bi tena serê xwe mane. Ev zihniyet li her aliyê cîhanê wek rejîmeke zordar û faşîst tê naskirin û pênasekirin. Li tu derê meşrûiyeta wan nemaye. Hêzên totalîter jî îro bi awayekî aşkera piştgiriya rejîma AKP-MHP’ê nakin. Ev zihniyet ne tenê ji bo Tirkiyeyê, her wekî din ji bo hemû cîhanê tehdîdeke mezin e. Rejîma AKP-MHP’ê îro bi derbeyên siyasî bingeha xwe ya meşrûiyetê wenda kiriye. 

Wekî hevserokên me yên giştî yên berê, hevşaredarên me yên berê û endamên partiya me 4 sal berê gotibûn, em jî îro dubare dikin: li dijî derbeyê em têk neçûne û têkoşîna me ya li dijî wê heq û rewa ye. Em mafdar in û heya siyasetmedarên rehin di serî de hemû dîlên siyasî azad bibin emê têkoşîna xwe bodîm in. Em hêza xwe ji heqbûn û mafdarbûna xwe werdigirin û ji doh zêdetir bihêz û bixwebawer in. Siberoja ronî ya me ye, siberoja demokratîk ya gelan û îradeya hêzên demokratîk e.

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

4 Mijdar 2020