Demirtaş: Em li dijî AKPê serî radikin, ne li dijî dadgeriyê

Hevserokê me yê Giştî Selahattin Demirtaş bi rêya SEGBİSê di celseya Mehkemeya Cezayê Eslî ya 35emîn a Enqereyê de li ser ûsila dosyeyê axivî. Beşên ji axaftina Demirtaş wiha ne:

“Ez niha li Edîrneyê di zindana Tîpa Fyê de me. Derbarê min de nêzikî 20 bajaran derdora 102 lêpirsîn û dewa hene. Ji ber vê yekê ez mecbûr im parastina xwe bi rêya SEGBİSê bikim. Ji ber ku ez girtî me û 45 roj in di hucreyekê de bi tena serê xwe têm girtin.

Ev der ne girtîxane ye; li vir înfaza cezayê tê kirin. Hevdîtinên ku ez bi parêzerê xwe re dikim tên qeydkirin û memûrê înfazê jî li gel me amade dibe. Her wiha pirsgirêkên min ên tendirustiyê yên beriya girtinê hê jî dewam dikin û li vir îmkanên min tedawiyeke bi rêk û pêk nîn in. Ez û hemû hevalên min ên girtî em di heman rewşê de ne. Ji ber van sedeman ez nikarim rasterast werim mehkemeyê û mafê xwe yê parastina rû bi rû pêk bînim.

Gellek caran hat îstismarkirin û gotin ku “Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan serî li dijî dadgeriyê radikin û gotin em ê neçin îfadeya xwe nedin”. Ez dixwazim ev mijar zelal be; me serî li dijî dadgeriyê ranekir. Berevajî vê, li dijî înfaza bêyî darizandinê û li dijî bêhiqûqiyê em serî li dijî AKPê radikin. Dîsa gotin ku “hûn dadgeriyê û Qanûna Bingehîn tine dihesibînin”. Me got “ji bo em rûmeta dadgeriyê biparêzin em ê nebin parçeyeke vê bêhiqûqiyê”. Loma, dema me got “em ê neçin û îfadeyê nedin” me xwest em bêjin ku “em mudaxaleya AKPê ya di nav dadgeriyê de qebûl nakin”. 

Em dibînin ka AKP çawa dadgerî xistiye nav lepên xwe, hakiman çawa di rûniştinên mehkemeyan de dide girtin, çawa dozger û dadgeran bi şev ji malên wan û li ber çavên zarokên bi zordestî desteser dike. Dîsa ez dibînim ku, zindana ku ez tê de me jî di nav de, li gellek zindanan dozger û dadger rastî muameleyeke xirab tên.

Em serî li dadgeriyê ranakin, rûmeta dadgeriyê bin pê nakin, Qanûna Bingehîn tine nahesînin. Ne ji bo ku em serî li dijî dadgeriyê rakin, me got “em îfade nadin”. Ev operasyoneke siyasî ye û em serî li dijî AKPê radikin. Armanca avakirina partiya me jî muxalifiya vê yekê ye. Bi raya me dadgeriyeke adil û bêalî xwediyê rêzdariyê ye.

Hûn niha bi cibe û cihê xwe hêza dadgeriyê temsîl dikin. Ez jî di vê girtîgehê de temsîliyeta hêzeke din a dewletê, hêza parlemanê dikim. Rast e, hûn ê mafê xwe yê darizandinê biparêzin lê ez ê jî, bi erka ku gel daye min, mafê xwe biparêzim. Mafê min ê parêzbendiyê dewam dike. Mafê min ku li parlemanê biaxivim, beşdarî Civîna Giştî bibim û pêşnûmeyê bidim heye. Lê em bi mecbûrî nîqaşa vê pirsê dikin: gelo hêza dadgeriyê girîng e yan erka ku parlementer ji gel girtiye girîng e?”

“Min dixwest ku li dijî wek siyasetmedarên cidî îddianameyên cidî werin amadekirin. Lê ji ber ku ti cidiyeta vê lêpirsînê nîn e, ev yek li dijî vê mehkemeyê jî heqeret e. Enerjiya dewletê bêçine tê zehîkirin. Em, welatê me û civaka me van tiştan heq nakin. Me her tim wisa got; pêkanîna dadgeriyeke bêteref, adil, rehet û bikaribe bi lez û bez bixebite erka me hemûyan e.

Min gellek dixwest ku dadgerê ku dê min darizîne karê xwe li gorî qanûnê bike, ne li gorî nasname yan jî fikrên min ên siyasî. Ji ber ku min dizanî ku ez ê bi parlementerên me werim desteserkirin. Ya ku em jê nerehet in ev e; 3500 dozger, dadger û dozger ji kar hatin derxistin û her dadger û dozger jî bi tirsa “gelo ez ê kengê werim girtin” derdikeve rûniştinan. Di van şert û mercan de ez ê çawa xwe îkna bikim ku ez li gorî edaletê têm darizandin û ez ê çawa bi direhetî parastina xwe bikim?”

Di 20ê Gulanê de mafê parêzbendiyê hat rakirin û 4ê Mijdarê de em hatin girtin. Nîvê şevê, bi lêpirsîneke ku ji aliyê 5 dozgeran ve dihat rêvebirin 10 parlementerên me di heman wextê de, saet di 01:20an de, li malên xwe em hatin desteserkirin.

Baş e, dema parêzbendiyên me hatin rakirin û girtina me ev qas hewce bû, çima heta 4ê Mijdarê sekinîn? Bersiva vê ev e: ji ber ku AKP amadekariya pêşnûmeya Qanûna Bingehîn a Serokatiyê dikin. Ev amadekariyeke psîkolojîk e. Plana wan ev bû ku eger parlementerên me werin girtin dê piştgiriya neteweperestan zêde bibe û eger biçin referandûmekê jî bi operasyoneke siyasî rê li ber dijberiya partiya me ya li hemberî vê pêşnûmeyê bigirin.”

“Rewşa me ev e. Ez û hevalên min 45 roj in di bin îşkenceyeke psîkolojîk de ne. Em di hucreyan de bi tena serê xwe tên girtin û wek ku tolê ji me hilînin nêzikî me dibin. Em vê qebûl nakin. Em nûnerên gelekî ne. Em parçeyekê Tirkiyeyê ne. Fikrên me biecibînin jî neecibînin jî, rexne jî bikin ji bo me xwediyê rêzdariyê ye.”

“Eger ez û hevalên min, em hîç xwe neparêzin, parêzerên me hîç neaxivin belkî hûn biryara berdana me bidin. Dema hûn li vê dosyeyê binêrin ez bawer im hûn ê vê yekê bibînin. Lê ji ber ku 102 dosye kirin yek, derbarê me de qajeqajê dikin, em wek terorîstên çavsor hatin girtin û madem Tirkiye di nava krîzeke siyasî de ye, em ê jî ji bo van dosyeyan parastineke cidî bikin.

Loma eger ji bo we qîmeta xalên ku min û parêzerên min diyar kirine hebe, îro yan jî rojeke din li ser esasa van dosyeyan de jî em ê parastina xwe bikin”.

Selahattin Demirtaş

Partiya Demokratîk a Gelan

Hevserokê Giştî

15 Kanûn 2016