Daxwaza Xweseriyê ne sûc e; ev pêşniyara modelekê ye
Parlamentera me ya Wanê Bedîa Ozgokçe di Hevdîtina Komîsyona Guhertina Makeqanûnê de axivî û got: “Daxwazkirina aştiyê girîng e û di van rojên wiha de jî girîngtir e. Daxwazkirina aştiyê û behsa aştiyê beriya her tiştî cihê şanaziyê ye. ”

Parlamentera ya Wanê Bedîa Ozgokçek di Komîsyona Guhertina Makeqanûnê de axivî. Bedîa diyar kir ku pêşniyara modela Makeqanûnê ya AKPê wek ” Serokatiya modela tirkan” tarîf kir û bal kişand ser rêziknameya HDPê  ya ku “modela xweseriyê” û wiha berdewam kir: “Modela ku me pêşniyar kir wekî sûc hat hesibandin. Kesên ku ev model pêşniyar kirin niha di gîrtîgehê de ne. Daxwaza xweseriyê ne sûc e. Ev pêşniyara modelekê ye.”

Mudaxeleyeke Korsan e

Bedîa diyar kir ku wan xwestiye makeqanûna heyî bê guhertin û wiha berwedam kir: ” Eger ku em ê wekî civaka Tirkiyeyê nexşeriyekê daynin pêşiya xwe ku ev di heman demê de pêdiviyek e, divê ev li gorî pêdiviyên civakê were amadekirin. Eger pêwist be divê derbarê vê babetê de fikr û nêrînên hemû beşên civakê bêne guhdarîkirin. Hewldanên dijberî vê, ji mudaxeleya korsan wêdetir naçin.” 

Li vî welatî bombe dibarin

Bedîa diyar kir ku ev salek e li vî welatî bombe dibarin, zarok, pîr, kal û jin tên qetilkirin. Di demeke wiha de pêşniyarkirina guhertineke bi vî rengî ne hewce ye û wiha dewam kir: “Makeqanûn ew e ku hemû beşên civakê xwe têde ewle hîs bikin.”

Endezyariya Dewletê tê kirin

Bedîa aşkere kir ku guhertina ku di 10ê Kanûnê de pêşniyarî Serokatiya Meclisê hatiye kirin li şûna endezyariya civakî, endezyariya dewletê dike û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev guhertina ku hatiye pêşniyarkirin ji pergala hikûmetê bigire heta bi pergala leşkerî, siyasî û heta bi birokrasiya darazê, guhertina dewletê esas digire. Piştî hewldana darbeyê ya 15ê Tîrmehê ligel piştgiriya hemû partiyên siyasî ya têkoşîna bi hev re ev rê nehat tercîhkirin û OHAL hat ragihandin.”

Daxwaza aştiyê şanazî ye

Di van demên dawî de daxwaza “aştiyê” wek sûc tê qebûlkirin, lê dîsa jî israra guhertina qanûna bingehîn, dê vê civakê ber bi têkbirinê ve bibe. Ez dixwazim hinekî behsa aştiyê bikim. Daxwaz û gengeşekirina aştiyê ya van rojên teng û dijwar de pirr girîng e û hewldana bo pêkanîna aştiyê jî pirr muhim e. Daxwaza aştiyê û axaftina derbarê wê babetê de berî her tiştî şanazî ye.