Daxwaza me Wijdan û Edalet e

Heyeta me ya ji Berdevkê partiya me Osman Baydemir, Berdevka Meclisa Jinan Dilan Dirayet Taşdemir, Cîgirê Serokê Koma me ya Meclisê Ahmet Yildirim, Parlementera me ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş û Parlementerê me yê Stenbolê Garo Paylan pêk dihat, piştî daxuyaniya li ber Dadgeha Qanûna Bingehîn, ji Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn daxwaza hevdîtinê kirin. Bersiva vê daxwazê hê nehatiye dayîn.

Heyeta me ji ber rewşa Hevserokên me yên Giştî û hemû parlementerên me yên ku tûşî reftarên derqanûnî û neheqiyê bûne, daxwaza pêkanîna qayîdeyên hiqûqî dike. Heyeta me ji bo wergirtina biryarên li gorî îçtihatên neteweyî û navneteweyî di hindurê Dadgeha Qanûna Bingehîn de dest bi Nobeta Wijdan û Edaletê kirine.

5 Îlon 2017