Dawî li derdestkirinên derqanûnî bînin!

Kiryarên rêkeftina Erdogan-AKP-MHPê îro jî dewam kir û 4 parlementerên me hatin derdestkirin. Cîgirê Serokê me yê Komê Ahmet Yildirim, Parlementerê me yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman, Parlementerê me yê Amedê Îmam Taşçier û Parlementerê me yê Rihayê Osman Baydemîr, îro peyderpey hatin binçavkirin.

Derdestkirinên derqanûnî yên parlementerên me nayên qebûlkirin. Ev helwesta provokatîv a Hikûmet û Wezareta Karên Dadmendiyê, Tirkiyeyê her roj bêhtir ji mafên mirovan ên gerdûnî, prensîbên dadmendî û nirxên demokratîk bi dûr dixe.

Saziya darêzgeriyê li Tirkiyeyê, mixabin helwesta xwe ya alîgir û bengî didomîne. Hevserokên me yên Giştî, parlementerên me, Hevşaredarên me û siyasetvanên me, bi awayekî derqanûnî û li dijî peymanên demokratîk ên navdewletî û Qanûna Bingehîn ên Tirkiyeyê jî îmze kiriye, di girtîgehan de wek rehîne têne girtin.

Em careke din aşkere dikin, hûn ê zû yan dereng, ji ber van reftarên xwe yên derqanûnî, çi di dadgehên navdewletî çi jî yên li Tirkiyeyê de werin darizandin. Ti welat wiha bi fermanan nayê birêvebirin.

Em careke din mêzîna edaletê tînin bîra dadger û dozgerên ku pişta xwe spartine desthilatiyê. Tarîxa darêzgeriya Tirkiyeyê, bi biryarên îbret ên di demên Rewşa Awarte û Rêveberiya Awarte de hatî girtin, tije ne û li dinyayê tê zanîn.

Ew kesên ku ew biryar wergirtin, an hatine jibîrkirin an jî di deftera reş a edaletê de cihên xwe wergirtine. Yên ji aliyê wan ve hatin darizandin jî, di nezer û wijdan û hişûbîra gel û civakan de bi şanazî cih girtine û nehatine jibîrkirin.

 

Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDPê

25 Rêbendan 2017