Cihê parlementeran ne girtîgeh e, Parleman e

Cigîra Serokê Meclisê Pervin Buldan, di vekirina Komcivîna Meclisê de bal kişand ser rewşa zindanîkirina parlementerên HDPê û muameleyên desteserkirinên derqanûnî û got, “cihê parlementeran ne girtîgeh e, parleman e” û dewam kir: 

Cihê parlementeran ne girtîgeh e, Parleman e

Ez komkujiya li Stenbolê ya şeva 10ê Kanûnê, şermezar dikim. Xwedê rehma xwe li hemû miriyan bike û serê xizm û malbata wan sax be û şîfaya xêrê ji bo welatiyên birîndar dixwazim. 

Ez nemaze dixwazim dubare bikim, ku em ê her hêvîdar bin da ku mebesta me ya aştî, biratî, demokrasî û azadiyê hasil bibe. Em ê vê heyamê bi piştevanî û gotûbêjan têk bibin û di nêziktirîn demê de vî welatî bigehînin aramî û xweşguzariyê. 

Ez desteserkirina parlementeran şermezar dikim

Duh danê şev, yek jê Cîgira Seroka me û parlementera me ya Amedê Birêz Çaglar Demirel û ya din Berdevka me ya Meclisa Jinan û parlementera me ya Sêrtê Birêz Besime Konca, bi tevahî 2 parlementerên me hatin desteserkirin. Ez vê muameleya li ser parlementerên me bi tundî şermezar dikim. 

Bi taybet dixwazim aşkera bikim ku cihê parlementeran ne girtîgeh e, çimkî ew bi îradeya gel hatine hilbijartin û divê xebatên xwe di bin banê parlemanê de bidomînin. Cihê parlementeran ne girtîgeh e, parleman e, ew ji bo çalakiyên yasadanînê hatine hilbijartin. 

Loma, ez di serî de 10 parlementerên me yên berî niha hatî girtin û 2 parlementerên me yên duh şev hatî desteserkirin û niha li avahiya ewlehiyê têne girtin, cardin şermezar dikim û di nêziktirîn demê de banga berdana 12 parlementerên me û nav çalakiyên yasadanînê dikim. 

13 Kanûn 2016