Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be!

Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be!

Ev du salên dawiyê li Tirkiyeyê bi helwesta hikumetê konjonktura siyasî hat guhertin, AKPê  bîrdoziya berî xwe a yekperest, şemarok û bişivîner ji dewra berî xwe teslîm girt û pişta xwe da helwesta netew-dewletê. Bi vê bingehê astengiyên zagon û makezagonî ên li ber naskirina zimanên curbicur, parastin û pêşvebirina wan didome.

Li Tirkiyeyê zimanên Gurcî, Hemşînî, Lazî, Ermenî, Suryanî, Mihallemî hebûna xwe di bin xeterê de didominîn, li ser Zimanê Kurdî jî rêzaniyeke taybet tê meşandin. Rojnameya bi Kurdî Azadiya Welat hat girtin, li edîtorên Azadiya Welat bi sed salan ceza hat dayîn, zext û mudaxile li Zarok TVyê hat kirin, Enstîtuyên Kurdî ku li ber zext û zordariyên salên 90î li ber xwe dabû hatin girtin, pirtûk, kovar û weşanên bi Kurdî hatin komkirin û ji aliyê dadgehan vê hatin qedexekirin.

Xwesteka heq û sereke ya Gelê Kurd ev e; Zimanê Kurdî bi awayekî zagonî, makezagonî û hiqûqî divê were naskirin û Zimanê Kurdî di hemî qadên jiyanê de were bikaranîn. Kurd, ji bo vê xwesteka heq û însanî, ji bo ku li welatê xwe li ser xaka xwe bi zimanê xwe bikarin bûneweriya xwe bijîn gellek berdêl dane. Weke do îro jî em li Tirkiyeya ku bi mîlyonan Kurd lê dijîn, di bin zext û tundiyên giran de pêşwaziya Cejna Zimanê Kurdî dikin.

Banga min ev e; li hember van polîtîkayên tund û "tuneker" divê em ji berê zêdetir û xurttir xwedî li Zimanê Kurdî derkevin. Hêvî dikim ji bo naskirina hemî zimanên gelan hin gav bên avêtin û hemî gel bi awayekî azad bikarin bi zimanê xwe li qadên gelemperî bijîn.

 

 

Parlamentera Mêrdînê ya HDPê
Gulser Yildirim
15ê Gulana 2017an
Girtîgeha Kandirayê