Cejna Zimanê Kurdî, li gelê Kurd û li dildar û kedkarên Kurdî pîroz be!

Cejna Zimanê Kurdî, li gelê Kurd û li dildar û kedkarên Kurdî pîroz be!

Berxwedan ziman e; Cejna Zimanê Kurdî pîroz be!

15’ê Gulana 1932’yan, di dîroka rewşenbîrî, çandî û zimanî ya Kurdî/Kurdan de, rojeke taybet û girîng e. 88 sal berê li Şamê, bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan û heval û hogirên wî, kovara Hawarê bi tîpên Latînî dest bi xebatên xwe yên weşangeriyê kir û heta sala 1943’yan bi tevahî 57 hejmarên kovarê weşand.

Kovara Hawarê ji ziman, çand û nasnameyê bigire heta wêjeyê, di gelek qadên rewşenbîrî de şoreşeke mezin pêk anî. Celadet Ali Bedirxan û hevalên wî, kovara Hawarê kirin wek dibistaneke Kurdî û ji xebatkar û lêkoleran re bûn îlham û bingeheke mezin. Qêrîna Celadet û heval û hogirên wî, bû banga xwedîderketina kelepûra Kurdî û mohra xwe li sedsalekê xist.

Kovara Hawarê dergeheke mezin ji bo xebatên Kurdî vekir û ji ber wê taybetmendiya wê, roja damezirandina Kovarê anku 15’ê Gulanê, ji sala 2006’an vir ve wek Cejna Zimanê Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin. 

Cejna Zimanê Kurdî, li hemberî polîtîkayên bişaftinê hişmendî; li hemberî zext û qedexeyan berxwedan; li hemberî tunekirinê xwedîderketina ziman, çand û kelepûra Kurdî ye. Di Cejna Zimanê Kurdî de em careke din banga bilindkirina têkoşîna ji bo ziman û çanda Kurdî dikin. Kurdî, zimanê bi milyonan Kurdan e, lewre divê wek zimanekî fermî bê qebûlkirin, naskirin û hemû qedexe û astengiyên yasayî bên rakirin. 

Zimanê Kurdî; beyta Feqî, hubra Xanî, xezela Mela, helbesta Mestûre, risteya Arjen Arî, dengê Şakiro, banga Rêncber Ezîz, awaza Ayşe Şanê ye. Xwedîderketina vî zimanê qedîm, erka me ya sereke û bingeha hebûna me ya siyasî ye. Têkoşîna me ya ji bo azadiya me, têkoşîna me ya ji bo ziman û nasnameya me ye. Heta em azadiya xwe û azadiya zimanê xwe bi dest bixin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. 

Li hemberî polîtîkayên bişaftinê, berxwedan ziman, ziman berxwedan e. Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê Kurd pîroz be ku bi sedsalan e li dijî hemû zext û zordariyan li zimanê xwe xwedî derdikevin û hemû dek û dolab û planên serdestan pûç û serûbin dikin. 

Bi boneya 88’emîn salvegera damezirandina Kovara Hawarê, em Celadet Alî Bedirxan û heval û hogirên wî bi rêzdarî bi bîr tînin; li ber keda wan û xebatên wan ên qedirbilind, bejna xwe ditewînin. Cejna Zimanê Kurdî di şexsê Celadet Alî Bedirxan û mamosteyên dibistana Hawarê de, li temamî dildar, kedkar û xemxurên zimanê Kurdî pîroz be.

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

15 Gulan 2020