Cejna 1ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz be

Cejna rûmet, azadî û piştevaniyê ya wan kesên ku ji zilm û zext û kedxwariyê re dibêjin NA, pîroz be. Silav li wan kesên ku dê ti carî ala navdar a bi berxwedan û piştevaniya jin û mêran bilind bûye, nexînin xwarê. Em ê di 1ê Gulanê de, astengiya hesin û dîwaran biqelibînin û li gel we bin. Em ê bi dilêrî û dilgeşiya ewên ku dibêjin “NA, em bi ser ketin” û bi awaza sirûda ku dibêje “Lê ev dewran wiha naçe” meydanên 1ê Gulanê tije bikin. Banga min li we hemûyan û li hemû gelên me ye: careke din derkevin qadên 1ê Gulanê û bi hêztir bibêjin NA û cejneke bi xêr pêk bînin. “Rojên şad ên welatê min, di pêşeroja mutleq de veşartî ye.” Silav li rojên dahatûyê. Silav li ewên ku bi berxwedan dimeşin û ked û rûmetê pîroz dikin. Silav li cejna karker, kedkar û li cejna yêkîtî û têkoşîna gelên bindest, silav li 1ê Gulanê.

 

Fîgen Yuksekdag
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan