Buldan: Em dikarin bi yekîtiyê hesabên serdestan xerab bikin

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Pervin Buldan di hevpeyvînekê de li gel beşa Îngilîzî ya Rûdawê ku Karwan Faidhi Dri pê re kiriye, behsa siyaseta hikûmeta Tirkiyê ya danîna qeyûman li ser şaredariyên di destê HDPê de dike û dibêje, “ji 2016an ve heta niha hikûemtê li ser zêdetirî 100 şaredariyên HDPê qeyûm danîne.”

Pervin Buldan dibêje, “dixwazin Kurdan bêzar bikin, dixwazin Kurd bi xwe dest ji sengerên xwe berdin.”

Buldan amaje bi wê yekê kir, ku li Tirkiyê ti deman ji bo siyasetvanên Kurd parêzbendî tunebûye û got, “careke din dibe ku Destûrê were binpêkirin û Kurdan ji parlamentoyê bikin derê.”

Pervin Buldan da xuyakirin, ku desthilata niha ya li Tirkiyê li hemberî Kurdan, siyasetek “êrîşkar” bikar tîne û destnîşan kir, ji ber wê yekê ew siyaseta xwe ya guhertina desthilatê şaş nabînin û tekez kir, “ji bo vê armancê ew amade ne piştgiriyê bidin aliyên cor bi cor.”

Hevseroka Giştî ya HDPê pêşwazî li nêzîkbûna aliyên siyasî yên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê dike û ji ber hewldanên jibo nêzîkkirina wan aliyan û avakirina yekrêziya aliyên Kurdî spasiya Mesûd Barzanî dike.

Pervîn Buldan destnîşan kir, ku “bi vê rewş û têfikrîna niha ya li Tirkiyê, zehmet e ku pêvajoyeke nû ya aştiyê destpê bike.”

Hevseroka HDPê derbarê pêvajoyê û pêşhatan de bersiva pirsên Rûdawê da ku eva li jêr naveroka vê hevpeyvînê ye:

Rûdaw: Niha tenê 14 şaredarên we mane. Yên din hemû ji kar hatine dûrxistin û hinek jî hatine girtin. Hûn wek siyasetmedarek bi ezmûn, vê pêngavê çawa dibinin û derbarê rewşa demokrasiya Tirkiye de çi digihîne?

Pervin Buldan: Bêguman ev helwesta êrişkar divê bi awayekî berfireh bê nirxandin. Bi rastî li hemberî îrade û hebûna gelê Kurd 100 sal in êrişên bênavber ên dagirkeriyê dimeşin. Ev êrişên tunekirina miletê Kurd e. Li çar parçeyên Kurdistanê ev êriş bi rêbazên cuda ji aliyê hêzên serdest ve tên meşandin. Tifaqa AKP-MHP ya faşîst jî bi konsepteke taybet ji sala 2015’an vir ve van êrişan di asta herî bilind de û bi rêbazên nû li hemberî gelê me dimeşîne. Hem rêbazên Şark Islahatê ya sala 1925’an bi kar tînin, hem Mifetişiyên Umumî pêk tînin û hem jî bi navê ‘Çöktürme’ (têkşikandin) van êrişan dubare cîbicî dikin. Di vî warê de mesele ne tenê HDP ye, ne tenê şaredarî ne. Kî li ser navê gelê Kurd gav biavêje, gotinan bibêje, îrade nîşan bide, ev zihniyeta dijberê Kurd wan hedef digire. Lewma AKP di heman demê de li hemberî Rojava, di heman demê de di pêvajoya referandûma serxwebûnê de li hemberî Başûr van êrişan dimeşîne. Yanî mesele ne em in, ne tenê partiya me ye. Mesele hebûna Kurdan li her aliyê cîhanê ye, maf û azadiyê gelê Kurd e. Kî van maf û azadiyan biparêz e, ew hedef tên girtin û rastî êrişên tunekirinê tên.

Helbet ev êrişa qeyûman an jî derbekariya AKP’ê di heman demê de li hemberî vîna gelê Kurd bêrûmetiyeke mezin e. Ji sala 2016’an vir ve ji sedî zêdetir şaredariyên gelê Kurd hatin xesbkirin. Niha mehê carekê, 2 mehan carekê yek bi yek êrişî şaredariyên me dikin. Dixwazin ku gelê Kurd bielimînin vê yekê. An jî dixwazin Kurd ji vê yekê bikerixînin û bi dildarî dest ji mevziyên ku azad kirine bidin berdan.

Lê belê ev êrişkariya wan ne ji hêz û qeweta wan, lê ji neçariya wan pêk tê. Binihêrin li gel hemû êrişan, hemû komkujiyan gelê Kurd îro xwedî îrade ye. Di Parlamenê de, şaredariyan de nûnerên wan hene. Li Tirkiyeyê xwedî partî, sazî, çapemenî ne. Rewşenbîrên wan hene, hunera xwe dimeşînin. Niha deng û awaza wan li cîhanê belav dibe. Mesela modela Rojava ku ji aliyê gelê Kurd ve hatiye avakirin li dinyayê nimûneyeke yekta ye. Ev yek jî êrişkaran dîn û har dike. Sedema van êrişên hovane ev yek e. Dibînin ku gelê Kurd gihîştiye asta azadiyê, hêvî dide cîhanê û lewma ji vê yekê çavnebarî dikin. Bi hêrs û rik bi ser vê rastiyê de dimeşin. Lê ne gelê Kurd ji îro şûnde dev ji maf û azadiya xwe berdide û ne jî dê AKP bikaribe di vî warî de bi ser bikeve. Ji Seddam Husên zêdetir kesî êrişî Kurdan nekir, her wiha Çîller jî di vî warî de serkeftî û mahîr bû. Lê yek ji wan bi ser neket; dê AKP jî bi ser nekeve. Ev êriş ji bo me tenê sedema azadiyê ye, tenê sedema bilindkirina têkoşînê ye. Wekî din jî tu wateya vê tune ye.

Niha li parlamentoya Tirkiyê hewl tên dayin ku parêzbendî li ser hinek parlamantarên HDPê bê rakirin ji bo ku bên dadgehîkirin. Navê te jî di lîstê de ye. Hûn wan hewlan çawa dibînin? Wê ew hewl serbikevin?

Ji xwe tu car di siyasetê de ji bo me, ji bo siyasetmedarên Kurd parêzbendiyek, parastinek tune bû. Em 25-30 sal in li vî welatî siyasetê bi parêzbendiya dewletê nakin; li hemberî êriş û konsepta dewletê siyasetê dimeşînin. Deme ku mesele bibin Kurd, bibin maf û azadî, serdest her tim zagonên xwe, qaîdeyên lîstikê diguherînin. Di sala 1994’an de parlementerên Kurd ji Parlamenê avêtin, hevalên me 11 salan dîl girtin. Di sala 2016’an de Hevserokên me yên berê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag ji Parlamentê avêtin, hîn hevalên me dîl girtine. Binihêrin Roja Cejnê siyasetmedarên Kurd hatin girtin û bi dergûşên 3 salî ve hatin zîndanîkirin. Di meha remezanê de êrişî goristanên Kurdan kirin. Vê ferasetê berê digot “Kurdê/a herî baş e Kurdê/a mirî ye” lê niha dibêjin “Kurdê/a mirî jî ji bo me talûke ye.” Ji miriyên Kurdan jî, ji zindiyên wan jî ditirsin. Rik û neyartiya wan li hemberî me evqas mezin e, evqas bêexlaqî ye. 

Hin jî ji me ditirsin, hîn jî dizanin ku astengiya li pêşiya faşîzma wan tenê hêza me ye. Dikarin cardin makezagonê binpê bikin, dikarin cardin Kurdan ji Parlamenê biqewirînin. Lê êdî nikarin 40 milyon Kurdê ku ji berê cudatir îro birêxistî, bidin sekinandin. Kurd dê di her şert û mercan de maf û azadiya xwe, destkeftiyên xwe biparêzin.

Hûn niha piştgiriya xwe ya bo berbijêrên CHPê di hilbijartinên şaredariyê yên sala 2019an de çawa dibînin û gelo biryareke jîrane bû? Berhemê wê çi bû?

Ev yek xelet tê pênasekirin an jî hin derdor bi zanetî vê yekê berovajî dikin. Stratejiya me 31’ê Adarê piştgiriya tu partiyek siyasî nebû. Me piştgirî neda CHP an jî partiyeke din. Em partiya xêrxwaziyê jî nin in jixwe. Li gel ku qaşo hin siyasetmedar, zanyar, pispor vê yekê an fehm nakin an jî bi zanetî berovajî dikin, gelê me vê yekê baş fehm kir. Me piştgirî neda partiyekê, me stratejiyek ava kir, lewma jî gelê me piştgirî da vê stratejiya me. Ji ber ku ev stratejî li hemberî vê êrişkariyê hesabpirsînek bû. Me bi hîkumetê da nîşan ku em di her şert û mercan de dikarin li vî welatî siyasetê serobino bikin, em dikarin ku hevsengên siyasetê biguherînin. Li şûna AKP, îro CHP’ê ev êriş bikira me yê heman hesabê ji wan jî bipirsiya. Me hesabên dîrokî jî ji bîr nekirine. Lê belê siyaseta me siyaseteke rikeber nîn e. Em ji bo aramiya gelên herêmê, azadiya gelê xwe dixebitin. Em dixwazin ku li Rojhilata Navîn yekîtiya gelan, zimanan bê avakirin lê her kesek bi rengê xwe bi zimanê xwe vê yekê bike. Lewma jî ji bo me têkbirina desthilatiyê siyaseteke ne şaş e û em dikarin ji bo vê piştgiriyê bidin aliyan.

We û çend partiyên din li Bakurê Kurdistanê hevpeymaniyek çêkiribn ji bo dengdana sala derbasbûyî. Ew hevpeymanî her maye? Destkeftiyên wê çi bûn? Bernameya we heye ku wê hevpeymaniyê xurttir bikin?

Pêwendiya me ya bi partiyên Kurd re pêwendiyeke stratejîk e, ne li gorî demeke kurt e. Em dixwazin ku di nav hemû hêzên Kurd de yekîtiyeke mayînde ava bibe. Ev yek ji bo hêzên Kurd di vê sedsalê de mecbûriyeteke dîrokî ye. Bi fikra me, yekîtiya Kurdan dê aştî û aramiya Rojhilata Navîn jî misoger bike. Di vî warî de jî lazim e her kes bi reng û dengên xwe lê bi hev re ji bo azadiya gelê Kurd bixebite. Hevpeymana ku me partiyên Kurd re li dar xist her çend ku bi dilê me nebe jî ji bo siberojê hêvî û bendewariya me geş dike. Em dixwazin ku ev hevpeyman li çar parçeyên Kurdistanê di navbera hemû hêzên Kurd de bê lidarxistin. Em ji bo vê yekê dixebitin û çi fîdekarî bikeve ser milê me em amede ne ku pêk bînin. Di vê qonaxa manûnemanê ya gelê Kurd de, divê hemû hêz û aliyên Kurd jî vê rastiyê bibînin. Helbet her partî, alî, rêxistin xwedî taybetmendiyên curbicur e, lê divê xalên sereke û hevpar hebin. Dijminên Kurdan hemû dibin yek, lê çima Kur dli hemberî wan nebin yek. Em nikarin vê sedsalê bêtifaq bibihurînin.

Niha hewlên ciddî hene li Rojavayê Kurdistanê ji bo ku hemû partiyên Kurd yekrêz bin. Hûn wek HDP wan pêngavan çawa dibînin? Bandora wan hewldanan çi ye li ser doza Kurd li Rojhilata Navîn?

Wekî ku min li jor jî anî ziman ev hevkarî, yekîti ji bo me mecbûriyeteke mezin e. Em bi her hewldanên avakirina yekîtiyê kêfxweş, şad û bextewar dibin. Ji ber gavên ku ji bo yekîtiyê tên avêtin gavên ji bo azadiya gelê me hatine avêtin in. Em kes û derdorên ku di van helwdanên yekîtiyê de kêda wan heye pîroz dikin. Her wiha em birêz Mesûd Barzanî pîroz dikin, ji cenabê wî re spasdar in û dizanin ku di vî warê de xwedî kedeke mezin e. Em hêvîdar in, ku ew hewldana wî, ji îro şûnde jî bê berdewamkirin. 

Ji ber ku êriş îro li hemberî gelê me evqas berfireh in, ev yek ji ber parçebûna me ye. Dijberên me û neyarên me ji parçebûna me hêz digirin. Dixwazin ku me bînin hemberî hev. Politîkaya parçekirina civakê polîtikaya dagirkeriyê ya hezar salan e. Yekîtiya me dê derbeyê li vê polîtîkaya binpêkirinê bixe. Bi taybetî jî yekîtiya ku li Rojava bê avakirin dê ji bo gelê Rojhilata Navîn jî ji bo jiyaneke azad, wekhev û hevpar bibe hêvî. Çavên gelan li ser gelê me yê Rojava ye û lewma jî yekîtiya li wir ji her tiştî bi qîmettir e.

Binihêrin li Rojava, ihtimala yekîtî û yekrêziya Kurdan kete rojevê, lewma hemû hêzên serdest û dagirker, ji vê yekê aciz bûn. Wezîrê Karûbarê Derveyî Mevlut Çavuşoglu nemaze derbarê vê yekê de lêdwanek da çapemeniyê û got “em nahêlin Kurd bibin yek, çendî ji dest me bê em ê her hewl bidin ku rê li ber vê yekê bigirin”. Ev yek pêdiviya me yekîtiyê careke din tîne ber me. Em dikarin bi yekîtiyê hesabên wan xerab bikin. 

Niha aboriya Tirkiyê zirarek mezin dîtiye ji ber virusa Koronayê. Wek hûn dizanin li navçeyên Kurdî rêjeya xelkê hejar zêde ye. Hûn jî ji nezik ve çavdêriya wê rewşê dikin. Niha rewşa aborî ya navçeyên Kurdî çawa ye?

Ev êrişkariya AKP’ê bi giştî Tirkiyeyê ber bi felaketeke mezin ve dibe. Qeyrana aborî tenê ji ber Koronayê kûr nebûye. Şêr û êrişkariya AKP’ê vê qeyranê mezin dike. Niha dixwazin bi aboriya ganîmetê/destdanîna ser mal û milkan vê yekê sererast bikin an jî taloq bikin. Dest didin ser mal û milkê xelkê, dewlemendiyên Rojava dişêlinin, desteser dikin. Dixwazin ku gelê Kurd bi birçîbûnê terbiye bikin. Di vî warî de êrişa li hemberî gelê Kurd di heman demê de êrişeke aborî ye. Ne ku gelê Kurd ji rewşa aborî zirarê dibîne, bi zanetî zirarê didin gelê Kurd. Heya ku em bi giştî azad nebin, em têr jî nabin. Ev rastiyek bindestiyê ye.

Ji ber vîrûsa Koronayê û xizaniya gelê me, me bi rêya şaredariyên xwe toreke piştevaniyê ava kiribû. Me kampanyayake bi navê Hevmaliyê xistibû meriyetê da k udi navbera gelên xwe de pira hevkarî, parvekirin û piştgiriyê ava bikin, lê di serê pêvajoya vîrûsa Koronayê de wan şaredariyên me yên ku alîkariya gelê me dikir, desteser kirin. Nexwestin ku di navbera gelê Kurd de piştgirî bê avakirin. Lê em vê yekê baş dizanin. Em êrişên wan jî, niyeta wan jî dizanin. Em ê dîsa jî li gorî delîveyên xwe tu carî gelê xwe tenê nehêlin. Em ji bo gelê xwe hene.

Sala 2013 pêvajoya aştiyê li Tirkiyê hebû, lêbelê piştî du salan bi dawi bû û HDPê jî roleke berçav hebû di nêzîkkirina PKK û dewleta Tirkiyê de. Niha derfet heye ku pêvajoyek din di navbera Kurd u dewleta Tirkiye de dest pê bike?

Partiya me partiyeke aştiyane ye. Li gorî me, divê hemû pirsgirêkên civakî bi rê û rêbazên aştiyane bên çareserkirin. Em parçeyeke proseya aştiyê bûn. Ji ber ku em partiya aştiyê ne di proseya aştiyê de eleqeya civakê li hemberî me mezin bû. Me di vê pêvajoyê de dît ku derdê AKP’ê aştî nîn e. Wan xwest ku hêza me bêbandor bike û serdestiya xwe qayim bike. AKP naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bike. Jixwe eger bixwesta niha çareser kiribû. Hemû hêz û raye di destê wan de ye, lê ew wek bihêzkirina xwe nêzikî vê proseyê bûn.  Dixwestin ku bi vê rêbazê me tasfiye bikin û hebûna xwe mayînde bikin. Lê dîtin ku ev pêvajo ne li gorî hesabê wan e, lewma êrişî me kirin û êrişê pêvajoyê kirin. Binihêrin ku îro kî behsa aştiyê bike, êrişê wî jî dikin û wan diavêjin zindanan. Lewma derketiye holê ku pêvajoya aştiyê êdî vê zihniyetê re ne pêkan e. Îro astengiya herî mezin ya li pêşiya aştiyê feraseta AKP-MHP’ê ye. Heya ku ev zihniyet têk neçe aştî jî pêk nayê.

27 Gulan 2020