Bîrlîkê ji Soylu pirsî: Qeyûm çima peykerê Orhan Dogan rakir?

Parlementera me ya Şirnexê Leyla Bîrlik pêşniyaznameyek derbarê rakirina peykerê Orhan Dogan de pêşkêşî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu kir. Bîrlîkê got:

Orhan Doganê siyasetmedarê Kurd di 25ê Hezîrana 2007an de li Bazîda Agiriyê dema xîtabî gel dikir nexweş ket û çar roj şûnde jî wefat kir.

Şaredariya Cizîrê ji bo bîranîna Orhan Dogan, ji ber xatira têkoşîna wî ya aşitiyê û hezkirina gel li hember Orhan Dogan di sala 2011an de peykerê wî li gel barûya saetê danîbû. Lê qeyûmê ku niha li ser kar e, di 26ê Sibata 2017an de peyker xera kiriye û dar û gulên derdora peykerê jî rakirine.

Di vê çarçoveyê de;

1-Talîmata rakirina peykerê kê daye? Dema biryara rakirinê hatiye girtin fikra meclisa şarederiyê hatiye pirsîn?

2-Qeyûm ji ber kîjan sedeman Peykerê Orhan Dogan rakiriye?

3-Li gel ku dewletê hîna lêborînek ji Orhan Doganê ku bûye sembola têkoşîna demokratîk û siyasî ya Kurdan nexwestiye, ev bêtehemûliya li dijî peykerê wî ji çi ye?

4-Bi rakirina peykerê dayika Robozikê û yê Orhan Dogan hûn dixwazin qetlîama Robozikê û têkoşîna siyasetmedarên Kurd bidin jibîrkirin?

5-Gelo niyeta we heye hûn careke din peykerê Orhan Dogan daynin?

27 Sibat 2017