Biratiya gelan bi biratiya zimanan mimkun e

Ez heqên zimanê Kurdî dixwazim

Parlementerê me yê Mêrdînê Qedrî Yildirim, di hevdîtinên li ser budçeya 2017an de, derbarê budçeya Saziya Dîroka Tirkan û Saziya Zimanê Tirkî de axivî. Yildirim di axaftina xwe de got zimanên ji xeynî Tirkî, bi taybetî zimanê Kurdî, rastî neheqî û vewêrtiyê tên.

Wek tê zanîn li Tirkiyeyê, di destpêkê de Kurdî û zaraveyên Kurdî û gellek ziman û zarave tên axaftin. Li gel vê rastiyê, Saziya Zimanê Tirkî hewl dide tenê zimanê Tirkî bi pêş bixe û di hemû qadên jiyanê de bê axaftin. Ev yek nîşan dide ku Saziya Zimanê Tirkî berdewamiya zihniyeta yekperest e. Divê berbestiyên qanûnî yên li ber perwerdehiya bi zimanê dayîkê demildest werin rakirin.

Li gorî rêziknameya ku di 5ê Cotmeha 2016an de hat weşandin, weşandina nivîsên bi Kurdî di rojnameyan de hatiye qedexekirin. Ji xeynî daxuyanî û reklaman, rojname nikarin nûçeyên bi kurdî biweşînin. Ji ber vê yekê jî rojnameyên Tigris, Güncel, Özgür Haber ên ku xîtabî civaka Kurdan dikin êdî nikarin nivîsên Kurdî biweşînin. Nizanim çi bibêjim. Bila çavên we ronî be!

Li şarederiyên ku qeyûman lê hatine tayînkirin, tabelayên Kurdî bi mîkroskopan têne xwendin

Piştî ku qeyûman dest danîn ser şaredariyan tabelayên pirzimanî bi yên yekzimanî û Tirkî hatin guherandin. Ji ber ku gel ji vê yekê aciz bû, tabelayên Kurdî careke din aliqandin. Lê ji ber ku ev qas biçûk hatiye nivîsandin, li rex Tirkî, ji bo ku mirov bikaribe bixwîne hewcedarî bi mîkroskop, teleskop yan jî mercekan heye. Bi vê yekê tê nîşandan ku di çavên van qeyûman de qîmeta gelê Kurd bi qasî mezinahiya tîpên di nivîsên kurdî de ye. 

Kurdî hê jî “zimanê nediyar” e

Her wiha, di zabtên meclisê de Kurdî hê wek “îks (X)” û “zimanê nediyar” tê qeydkirin. Min bi salan li Zanîngeha Mêrdînê li Enstîtuya Zimanên Zindî Serokatiya Beşa Zimanê Kurdî kir. Meger min bi salan serokatiya enstîtuya zimanekî nediyar kiriye, we bi vî awayî ez tayîn kirime! 

Ma kurdên di nav AKPê de hîç aciz nabin?

Dema parlementerên me li meclisê çend gotinên bi Kurdî dikin rastî êrîşan tên. Ez dixwazim ji Kurdên di nav AKPê de bipirsim; ma hûn ji vê aciz nabin? Hedîseke hezretî Pêxember heye, çima vê hedîsê naynin bîra xwe? Dibêje: “Eger kesek tiştê ku bo nefsa xwe dixwaze, bo birayê xwe jî nexwaze, vê demê ew kes ne mûmîn e, îmana wî jî ne kamil e”.

Wek zimanê Tirkî, divê mafên zimanên din jî hebin

AKP jî, dewlet jî, partiyên muxalefetê jî ji bo zimanê xwe yê fermî yanî ji bo Tirkî çi xwestibin, an çi daxwaz dikin divê ji bo zimanên din jî bixwazin, ku eger nexwazin, bila bibexşînin, lê bi vê yekê dijberiya hedîsa Pêxember dikin.

Biratiya gelan bi biratiya zimanan mimkun e

Ez bi vê bawer dikim: biratiya gelan bi biratiya zimanan mimkun e. Gotinek heye dibêje: “Kurd-Tirk bira ne, ewên ku ferqê dixin nav wan bêbext in”. Ha ji we re, kî cudahiyê dixe navbera zimanan, kî zimanekî dike zimanê fermî û pê serbilind dibe? Li ser navê gelê xwe – eger hûn bawer dikin li ser navê vê hedîsê – li ser navê mirovahiyê ez vî heqî daxwaz dikim.

7 Kanûn 2017