Bila sala 2018an bibe sala hêvî û wêrekiyê…

Em dikarin di sala 2018an de, têkoşîneke serkeftî ji bo nirxên mirovayetiyê, mafên gerdûnî, yeksanî, demokrasî, aştî, edalet û azadiyê bimeşînin, her tişt di destê me de ye.

Ji bo pêkanîna vê yekê, divê em her roj rê li ber neheqî û neyeksaniyê bigirin; nehêlin faşîzm xwe wek saziyekê rêkûpêk bike û “rêveberiya yekzilamî” li ser me were ferzkirin. Divê em bi rijd û bi biryar bin û ji bo kedê, ekolojiyê û azadiya jinê têkoşîna xwe bidomînin.

Lê ev ne bes e û têrê nake. Em dikarin li gorî pîvanên maf û azadiyên demokratîk û gerdûnî, rêgezên hiqûqî û serdestkirina hiqûqê û di çarçoveya peymanên demokratîk ên Tirkiye bi xwe jî ew îmze kirine, bi her kesî re têkoşîna xwe bimeşînin û danûstandinên xwe xurt bikin. 

Li dijî vê feraseta ku ji bo qayîmkirina desthilatdariya xwe, hemû nirxên mirovî û exlaqî binpê dike, em dikarin xwedî li van nirx û rêgezan derkevin û yekîtiya xwe li ser zemîneyeke fireh ava bikin. 

Desthilatdariya siyasî, hem li hindur hem jî li derve Tirkiye kiriye parçeyekî şer û tundûtujiyê û wisa xuya ye ku dê vê siyaseta xwe ya xelet bidomîne û li Rojhilata Navîn, dê di vê konsepta xwe ya ewlehiya neteweyî ya êrişkar de bi rijd be. Em dîsa jî dikarin ligel vê yekê sala 2018an bikin sana aştî û azadiyê.

Bi van hest û ramanan, em hêvî dikin ku sala 2018an, ji bo gelên me bibe sala hêvî û wêrekiyê.

 

Serpîl Kemalbay
Hevseroka Giştî ya HDPê
31 Kanûn 2017 

Etiketler: #serpîl kemalbay , #sersal