Bi hêviyên jin û jiyana azad, 8ê Adare li hemû jinên cîhanê pîroz be!

Silav ji we re jinên Botanê!

Silav ji we re jinên welatparêz, serhildêr û bêtirs. Silav ji Dayika Taybet, Cemîle û Mîraya biçûk re. Silav ji dayikên aşitiyê re, ji dayikên xwedî nirx re. Berxwedana gelê Botan êşên gelê Botan, ne jin ne dîrok ji bîr nake. Botan ronahî û rûmeta gel û jinên Rojhilata Navîn e.

Di kesayetiya Heval Sêvê, Fatma, Pakîze, Asya û Berjîn de, 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li we hemûyan pîroz be. Em di kesayetiya dayika Mehmet Tunç de 8ê Adara hemû dayikên dilşewat pîroz dikin. Em dibêjin ku tu zalim tu faşist nikarin li ser vê axe ruhê xwedawendiya nû ya ku şîn dibe û aj dide bitefînin. Ruhê xwedawendiya Mezopotamyaya pîroz bi ruhê 8ê Adarê yê li ser we axê geş bibe.

8ê Adarê pîroz be li jinên ku li hemberî faşîzma DAIŞê li Rojhilata Navîn, li ber xwe didin. Pîroz be li jina ku rêveberiya xweser parastina rewa bi pêş dixin û bi rêxistin dikin.

Pîroz be li jinên ku li hemberî zilma dewletê, zilma zilamê serdest û çanda civaka zayendî binpê dikin. Çi dibe bila bibe, em jinên ku ji bo azadiyê, ji bo demokrasiyê, ji bo rûmeta mirovatiyê bi rê ketin, ji vê riya pîroz gav li paş de navêjin. Di zindanan de be, li meydanan be, li ser kar be, li dibistanan be, di nav çar dîwarên malbata de be, jin dê ji bo azadiyê, ji bo rûmeta mirovatiyê li ber xwe bidin. Em ê rêxistina xwe, çalakbûna xwe bi pêş bixin.

Em ji zilmê re dibêjin NA. Ji qatilên jinan re, ji qatilên gelan re dibêjin NA.

Em bi ruhê jinên enternasyonalîst û şoreşger, bi rûhe Sakîne Cansiz, Arîn Mîrxan, Sêvê Demîr ji zilma AKP re dibêjin NA.

Em ji qirkirina jinan re, ji qirkirina zarokan re dibêjin NA.

Em ji mijokdariya keda jinê, çand û zimanê gelan re, ji îradeya yêkitiya gelan a ku rehîn hate girtin re dibêjin NA.

Em ji bo tecrîda ku li ser girtiyên azadiyê û reberê gele Kurd birêz Öcalan re dibêjin NA.

Bi hêviyên jin û jîyana azad, pêşerojeke bi rûmet 8ê Adare li hemû jinên cîhanê pîroz be!

Bi ruhê Newrozê riya jinên azad vekirî be.

Jin Jîyan Azadî.

Serkeftin Serkeftin.