Bi hêviya ku Cejna Newrozê bibe wesîleya çareserî, demokrasî û aşitiyê Newroz pîroz be

Xwîşk û birayên me yên hêja,

Dayikên me yên delal,

Hevalên me yên ciwan,

Rêhevalên me yên jin,

Em hemû kesên ku qadên Newrozê tije kirine bi germahiya agirê azadiyê silav dikin. Bi hêviya ku Cejna Newrozê bibe wesîleya çareserî, demokrasî û aşitiyê em cejna we pîroz dikin.

Agirê Newrozê ku tarîtiya herî reş ronahî dike îsal jî li gel hemû zext û qedexeyan bi coş pêdikeve.

Ji Newroza sala 2013an heta îro, bi banga dîrokî ya Birêz Öcalan Newroz wek şahiyekê tê pîrozkirin. Lê mixabin, saziyên siyasî nekarîn aşitiyê diyarî gelên xwe bikin. Her çi qas israra şer a nasnameya siyasî ya desthilatdar sedema herî bingehîn be jî, em xwe deyndarê gelên xwe dibînin û ji ber vê jî mehcûb in.

Li ser navê bi hezaran endamên girtî yên partiya me em bi aşkere û ji dil dibêjin ku em ê têkoşîna xwe ya aşitiyê, bêyî ku em ji lêgerîna azadiyê bi rêya siyaseteke demokratîk vegerin, em ê her dem bimeşînin.

Em ê serê xwe û çokên xwe li ber zaliman û zilma wan netewînin. Em ê rûmeta gelên xwe li ser qadê biparêzin û em ê teqez bi serkevin.

Bi vê wesîleyê em careke din Cejna we ya Newrozê pîroz dikin, em li ber bîranîna şehîdên ku Newroz kirin cejna berxwedan û rûmetê bejna xwe ditewînin, we hemûyan yek bi yek ji dil silav dikin.

Newroz pîroz be!

Li ser navê hemû zindaniyên Partiya Demokratîk a Gelan

Selahattîn Demirtaş - Fîgen Yuksekdag

Hevserokên HDPê

21 Adar 2017