Berpirsê siyasî yê girtin û derdestkirinan hikûmet e

Duh Parlementera me ya Stenbolê Huda Kaya, Parlementerê me yê Amedê Altan Tan û Parlementera me ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, û îro jî Berdevkê Partiya me û Parlementerê me yê Qersê Ayhan Bîlgen, bi awayekî derqanûnî hatin derdestkirin.

Aşkere ye ku, rêkeftina Erdogan-AKP-MHPê, bi van muameleyan, dest bi xebata referandûmê kiriye û parlementerên me yên ku dibêjin “Na” bi awayekî derqanûnî tên derdestkirin.

Rêkeftina darêzgeriyê û AKP-MHPê, bi awayekî hemdemî û hemramanî kar dike. Berdevkê partiya me, hê derdestkirî ye, lê Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş, dibêje ku “proseyeke huquqî heye” û bi vî awayî xwe ji vê tawanê rizgar dike.

Ev prose ne huquqî ye, siyasî ye. Parêzbendiyên parlementerên me, li dijî Qanûna Bingehîn û peymanên demokratîk ên navdewletî hatin rakirin. Zindanîkirina Hevserokên me yên Giştî û parlementerên me, li gorî biryarên emsal ên ji aliyên Dadgeha Qanûna Bingehîn ve hatî girtin nîn e. Parêzbendî li gorî demên derbasbûyî hatin rakirin û niha di halê heyî de parêzbendiyên hemû parlementerên me hene. Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş, vê rastiya bi zanatî manîple dike.

Girtin û derdestkirin, kiryarên hikûmetê ne û berpirsê siyasî jî hikûmet bixwe ye. Beyana Kurtulmuş a îro a ku dibêje “biryareke yek şêweyî nîn e” jî vê rastiyê eyan û beyan dike. Ev biryar keyfî ne û ji bo tolhildanê hatine wergirtin. Bi awayekî keyfî Hevserokên me yên Giştî û hin parlementerên me hatine zindanîkirin û hinek jî tên derdestkirin û paşê tên berdan. Divê Berdevkê Hikûmetê bizanibe, ti beyan û daxuyaniyên we, dê we ji mesûliyeta siyasî ya vê tawanê rizgar neke.

Bi tenê gotineke rast a Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş hebû, ew jî digot “HDP şansek bû.” Belê, Erdogan û AKPê dît ku gel vê rastiyê êdî dibîne, loma dixwaze ku vî şansî jî xilas bike. Ew dixwazin ku hebûna hêzeke demokratîk û tevgereke gelî ya ku wek siyasî dê wan têk bibe, bi riyên dersiyasî û derqanûnî, tesfiye bikin.

Hûn nikarin bi rehîngirtin û derdestkirinan, îradeya me bişkênin û biguherin. Hûn nikarin bi tehdîd û şantajan rê li ber xebata me ya referandûmê ya “na”yê bigirin.

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

29 Rêbendan 2017