Baydemir: AKPê êdî rêya xwe şaş kiriye

Berdevkê partiya me Osman Baydemir, di Nobeta Wijdan û Edaletê ya li Wanê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Baydemir axaftina xwe bi temamî kurdî kir û wiha pê de çû:

 

Her giha her çand li ser koka xwe şîn dibin

Em bi hestên ji kûrahiya wijdanên xwe, bangî wijdana hemû mirovahiyê dikin da ku em nesekin û vê faşîzmê bi hevdu re bidin sekinandin. Mixabin li Rojhilata Navîn di sedsala 21emîn de, cardin hişmendiyeke kevneperest nahêle ku kurd di dibistanan de bi zimanê xwe perwerde bibin. her giha, her çand, her dar, her dever li ser koka xwe şîn dibe. Mixabin ew dixwazin ku ev zimanê dayika şirîn ev zimanê 40 milyonî asîmîle bikin. Bi îzin û qeweta Xweda ev ziman û çand û wê tov bide û bibe dewlemendiya cîhanê û Rojhilata Navîn. 

Çawa ku mafê zimanê tirkî, erebî, farsî, ingilizî û frensî û hemû ziman maf be, çawa ku dewlemendiya mirovahiyê be, zimanê kurdî jî dewlemendiya mirovahiyê ye. Ku hûn zimanekî ji holê rabikin, weke ku hûn netewekê ji holê radikin. Navê vî tiştî qirkirin û komkujî ye. Mirovahî di vî warî gelek tehde û êş kişandiye. Bi qeweta Xweda ev milet ji ziman û çanda xwe vazgeç nebûye. 

Em wek HDP ji bo hemû mileta aramiyê dixwazin

Bila hemû miletên Rojhilata Navîn û taybetî gelê kurd baş bizanibe, em wek hîzba HDP li hemû Rojhilata Navîn, em ji bo hemû miletan aramiyê dixwazin. Ji bo hemû miletan em aramî û aşitî dixwazin. Aramî ji bo miletên kurd, tirk, ereb, ermen, siryan… Ji bo ku aramî bibe para hemû miletan, divê ew miletên bindest bigehên azadiya xwe.

Koalîsyona AKP-MHPê bûye sedema xwînrijandinê

Di dîroka Bakurê Kurdistanê û ya Tirkiyeyê de, gava siyasi ya pêşketî ya herî mezin, destpêka prosesa silhê ya 2013an de bû. Lê mixabin di navbera 2013 û 2015an de hikûmeta AKPê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û ji bo fikr û nêrînên xwe yên nîjadperest, careke din ev ax kirin cih û warê wêrankirinê. Her wiha îro li vî axî di şer û pevçûnê de dayik hêstiran dirijînin. Mirin û kuştin hene. Leşker, polîs, gerîla an jî kesên sivîl ji ber polîtîkayên AKPê tên kuştin. Îro koalîsyona AKP û MHPê bûye sedem ku xwîn bê rijandinê.

Dorpêçkirina Nobeta Wijdan û Edaletê sûretekî Tirkiyeyê ye

Di 2013an de di destpêka prosesa silhê de kîjan gav ev proses da destpêkirin? Birêz Ocalan, di girava Îmraliyê de peyamek şand Newroza Amedê. Piştî wê peyamê tecrîd û îzolasyon ji ser Birêz Ocalan hate rakirin. Di du sal û nîvê de, kes nemir, şer û pevçûn pêk nehat, hêstirên dayikan nerijî. Ev tê wê maneyê ku tecrîd û îzolasyon dibe bingeha şer û pevçûn û mirin û kuştinê. Bila hemû cîhan baş bizanibe, AKP û MHP eger bixwaze silh pêk were divê vê tecîd û îzolasyonê rake. Îro di vê nobeta Wijdan û Edaletê ev dorpêçkirin sûretekî Tirkiyeyê dide nîşandan. Ev dorpêçkirin fikr û ramenên koalîsyona AKP-MHPê ye û têkçûna AKPê bi xwe ye.

AKPê êdî rêya xwe şaş kiriye

Di 2002an de AKPê çi dixwest? Digotin em li dijî wesayetê ne, lê wesayet bi destê wan pêk tê. Digotin em li dijî derbeyan e, lê îro derbe bi destê wan pêk tê. Digotin ew kesên ku îradeya miletekî ye, kes nikare gefan li wan bixwe. Îro îradeya vî miletî Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, Bekir Kaya şaredar û hilbijartiyên me di zindanan de ne. Ev tê wê maneyê ku AKPê êdî rêya xwe şaş kiriye û şirîkê MHPê ye.  

Ew neviyên Îsmet em yên Ehmedê Xanî ne

Îro li gelek deverên cîhanê, hin miletên 50 -100 hezar kes bûna xwedî dewlet. Îro em li girtîgehên siyasî dinihêrin bi qasî nifûsa wan dewletan di zindanan de girtî hene. Êdî ev axa bûya axa zindana wan. Bila hemû cîhan baş bizanibe û em baş dizanin ku ew kî ne. Ew neviyên Îsmet in û pesnê xwe bi şûr didin. Bila ew jî bizanibin, em jî neviyên Ehmedê Xanî ne. Em ê pesnê xwe bi mirovahiyê û bi zanyariyê û bi Wijdan û Edaletê bidin.

Tu dixwazî Guantanamoyê ji xwe re têkî mînak?

Niha em li Wanê ne, li girtigeha Wanê, du roj berê, ji hêla gardiyanêkî ve, destdirêjiyek û bêedebiyek û êrîşek li dijî mehkûmeke jin hate kirin. Ji ber ku girtiyan nerazîbûna xwe dan nîşandan, niha bi dehan girtî birîndar in. Ev du roj in parêzerên wan nikarin wan bibînin, haya malbatên wan ji wan nîn e. Ev çi ye? Ev wijdan e gelo? Ez careke din ji Serokê AKPê dipirsim, tu dixwazî Guantanamoyê ji xwe re têkî mînak? Ev kirin û ramanên te ne. Ku tu vê destdirêjiyê qebûl nekî, ji polîtîkaya xwe ya tundî û qirêjiyê rojek berê rojekê dev jê berde. Tu baş bizanibe ku ev axa ji Îskenderê Zilqernê heyanî îro, ji Dehaq heyanî îro nebûye zindana ti kesî û wê nebe zindana te jî. Em zindana ti kesî qebûl nakin. Lazim e ku tu jî vê baş bizanibî.

Ev axa ne îşkencexaneya bavê ti kesî ye

Niha doh na pêr, li Şemzînanê, bûyerek qewimî û kesek çû ser heqiya xwe. Em wek HDP bêşik û bêguman li dijî şer û pevçûn û mirin û kuştînê ne. Piştî wê bûyerê, tîmên taybet, leşker û polîs dizivirin ser gund û diçin mehela şapatan, nîvê şevê jin, zarok û ciwan û bi kêmanî 60-70 kes tên binçavkirin û îşkence li wan tên kirin. Ev axa ne îşkencexana bavê ti kesî ye, mafê ti kesî tine ku li vî gelî îşkence bike. Mafê ti kesî tine ku dayikên me yên 60-70 salî û zarokên me îşkence bike. Îşkence dijminatiya rûmeta mirovatiyê ye. Îşkence tirsa herî mezin ya desthilatdaran e. 

AKP ne AKPya 2002 û 2013an e

Ez ê niha sûretekî nîşanî we bidim. Ev dayika me 80 salî ye. Serokê AKPê Erdogan, tu ji bo ewên ku îşkence li vê dayikê kirine çi dibêjî? Em dibêjin îşkencecî. Vana ti sûd û ti nesîbê xwe ji mirovatiyê nestendine. Tu çima bêdeng dimînî? Ev sûret li Filîstînê pêk bihata te yê biqîriya. Li Helebê bibûya te yê çi bikira? Tu çima bêdeng dimîni? Ji ber ku ev sûret li Wanê, li Helebcê, li Şemzînanê pêk tê loma tu bêdeng dimînî. Çimkî ev dayik dayika kurdan e? Ev ne kurd bûya te yê bigota ev misilman e. Misilmantiya te jî heyanî vê derê ye. Lazim e ew kesên ku dengên xwe dane AKPê baş bizanibin ku êdî AKP ne AKPya 2002 û 2013an e. AKP şirîkê MHPê ye. Tîfaqa wan ya gur û rovî ye. Ne gur ne jî rovî ji me re lazim e, ji me re azadî û aramî lazim e. 

Ewên ku dengê xwe dane AKPê, ew kurdên mutedeyîn, ku hûn bêdeng bimînin hûn jî dibin şirîkê vê zilmê. Werin bêdeng nemînin û nebin şirîkê vê zilmê. Piştgiriya xwe ji AKPê û MHPê vebikişînin. Mixabin her piştigiriya we, her bêdengiya we dibe sedem ku ew zilm û zor û zexta xwe berdewam bikin. Loma dengê wijdan û deng û xwesteka edaletê ne tenê deng û karê HDPê ye. Ew kesên ku dibêjin ez mirov im, lazim e herkes li dijî zilmê bêdeng nemîne û dengê xwe derbixe.

Dixwazin Sykes-Picot berdewam bike

Ev gelemşe û kêşe û kezebşewatî çima pêk tê? ji 2013an heta 2015an danûstandin pêk hat û şer rawestiya û piştre çi bû ku cardin ev şer û pevçûn û ev zilm destpê kir? Du sedemên wê hene. Ev dewleta ji destpêka xwe heyanî îro riknê xwe û hebûna xwe û parastina xwe bi vê peymana Sykes-Picotê a sed sal e ku li vî axî bûye bingeha şer û pevçûnê û ji bo ku ew peymana berdewam bike ev operasyon ji bo wê tê kirin. 

Ewlekarî ne bi dîwaran, bi silh û azadî û demokrasiye pêk tê

Tu dibêjî ez li Sûriyeyê li dijî DAIŞê têkoşîn û berxwedanê dikim, lê li hindurê Tirkiyeyê? Ew kesên ku bi zena kujerên 5ê Hezîranê xwe teqandin? Ev xeterî ne tenê ji bo kurdan e. Ev xeterî û ev dijminatî û ev kevneperestî dibe bingeha tundûtujiyê di nava hemû gelên Rojhilata Navîn de. Niha em dinihêrin ji Behra Spî heyanî Behra Reş, heyanî Îdîr û Qersê hemû sînor bi dîwêr tên avakirin. Ewlekarî bi dîwaran pêk nayê, bi silh û azadî û demokrasiyê pêk tê. Tu li hindur dijminatiya 20 milyon kurdan dikî û li derve dijminatiya Başûrê Kurdistan û Rojhelatê Kurdistanê dikî, bi vî awayî ewlekarî pêk nayê. Beriya her tiştî lazim e ku hûn dev ji vê dijminatiyê berdin. Dîrokê bi caran daye nîşandan ku ew dewleta ku dijminatiya kurdan kiriye bi ser neketiye. Loma dijminatiya kurdan ne bi feydeya tirk ereb u farsan e. Dijminatiya kurdan dijminatiya mirovahiyê ye.

Xezeba wan, ji tirsa nava wan e

Ev kirin û tirs û xof, ev xezeba wan ji tirsa nava wan tê. Erdogan li Rîzeyê axaft û xuya ye amadekarî dikin ku Efrînê dagirkerî pêk bê û êriş pêk bê. Em cardin dibêjin, şer û pevçûn wê ti feydeyê nede te. Sedam nimûneyek e ji bo hemû Rojhilata Navîn. 2 xeletiyên mezin yên Sedam hebûn. Ya yekê wî 70 salan dijminatiya kurdan kir û komkujî pêk anî. Hem li Helebcê hem li herêma Berzan. Her wiha ev dijminmatiya kurdan bû sedama têkçûna Sedam. Ya duyem Sedam bi cîranên xwe re şer kir. Sedam kete nava Kuwêtê. Dagirkeriya Sedam ya Kuwêtê bû sedema têkçûna rejîma Beesê bi xwe. Niha şopa AKP û MHP tê de diçe, şopa Sedam e. Ya Rebi tu aqubeta zaliman bînî serê van jî. Em careke din bang dikin, ev rê û rêçik ne rê ye, ev xisara hemû kesan e. Ey Erdogan, bi qasî misqalê zerre, ev du sal in ku ji min re, ji vî gelî re serkeftineke xwe nişan bide? Te pevajoya aşitiyê hilweşand, ewqas mirin û kuştin çêbû û te bajarê Şirnexê hilweşand, çi bi destê te ket? 

Em ê wek Helebcê û Almanya û Japonyayê birînên xwe derman bikin

Ev rê, kuçeçixmaz e. Xelasiya faşizmê nîn e. Ji bo vê yekê bi zilm û zor û zextê ti kes bi ser neketiye, hûn jî bi ser nakevin. Rojek berê rojekê werin ser xeta silh û danûstandinê. Banga min li hemû gelê kurd û Kurdistanê ye. Rast e ev gel rastî gelek zehmetiyan hat. Çawa ku Helebcê birîna xwe kewand, em ê jî birina xwe derman kir. Çawa ku Almanya û Japonya xwe ji xweliya xwe ava kir, em e jî xwe ji xweliya xwe ava bikin. Bi îzn û qeweta Xweda, em ê vê axê têkin axa dewlemendiyê û tovên mirovahiyê. Ji bo wê jî divê pêşî em mazlûm li hevdu werin rehmê, da ku bila Xweda li me were rehmê. Stara Xweda li ser we hemûyan be, li ser kurd û Kurdistan be, stara Xweda li ser gelê mazlûm be.

Em nobedarên wijdan u edaletê, loma niha li Behra Wanê. Em bi bîr bawer in, ev dengê wijdan pêl bi pêl wê mezin bibee û wê wek teyrekî baskê xwe li bayê tenik bixe û wê hestê bibe Behra Egeyê. Wê vê hestê bibe her çar parçeyê Kurdistanê û wê bibe bingeha azadî û aramiyê.

 

9 Tebax 2017