Bangewazî bo Serokê Giştî yê AKPê

Bangewazî bo Serokê Giştî yê AKPê 

Di serî ez wê heqareta ku te li min û di şexsê min de bi milyonan mirovan kiriye, dîsa li te vedigerînim. Lê ez li aliyekî jî ji ber vê îtîrafa te, spasiya te dikim.

Xuya ye ku ti eleqeya doza ku li me hatiye vekirin, bi darêzgeriyê re nîn e, biryar rasterast ji aliyê te ve hatiye dayîn, lewma te em ji zehmetiya ispatkirina vê yekê rizgar kirin. 

Ez bi awayekî aşkera bang dikim: Ew dozgerên ku 8 meh in di bin hikmê te de ne, ti delîlek nedîtin ku qaşo min bangî gel kiriye ku bila derkevin derve, kolanan xerab bikin û bişewitinîn. Ku di deste wan de delîlek hebe, bila wan delîlan teslîmî dozgerên ku niha bi naçarî li pey delîlan in bikin. 

Hê mehkemeya min dest pê nekiriye, lê te ji niha ve hikmê xwe îlan kiriye û tu dibêjî ez terorîst im û min 54 kes dane kuştin. Ev jî nîşan dide ku ji niha pê ve ti maneya darizandina min nîn e, ji bo vê yekê ez spasiya te dikim. Zû yan dereng, ez ê derkevim pêşberî dadgeran. Li wir dê aşkera bibe ka kî terorîst e û kî kujer e. Beriya wê jixwe di hizûra Xwedê de her tişt aşkera ye. 

Wekî din divê bê zanîn, ji nav 54 welatiyên ku di bûyerên Kobaniyê hatî qetilkirin de, jê 44 kes HDPyî bûn. Wextê ku di bûyerên Kobaniyê de mirovên me dihatin qetilkirin; li Cizîr û li Sûrê bajar dihatin wêrankirin, sivîl dihatin kuştin, ew walî, fermandar, midûrên asayîşê, dozger û dadgerên ku di 15ê Tîrmehê de teşebisî derbeyê dikirin, erkdar bûn. 

Tu jî baş dizanî ku van kesan hewl da ku di 15ê Tîrmehê de derbeyekê pêk bînin û lewre bi sedan welatiyên sivîl kuştin û tiliya wan di qetlîam û provokasyonên 6-8ê Cotmehê de hene. Lê tu nahêlî lêpirsîna vê yekê bê kirin û tu hemû tawanan diavêjî ser min û tola xwe, ji reqîbekî xwe yê siyasî bi vî rengî distînî. Ev xefletek e. 

Berpirsê her bûyera ku li vî welatî diqewime, rasterast tu yî, çimkî 15 sal in tu rêveberiya vî welatî dikî. Tu hewl didî ku vê rastiyê bidî jibîrkirin, lê em vê dibînin. 

Ez di nav çar dîwaran de me; lê tu dîsa jî bi haletekî xurf û panîk û bi neheqî êrîşî min dikî, ev ne camêrî ye. Tu vê yekê baş bizanibe; ez ji bilî Xwedê, ji ti kesî natirsim. Ez xwe wisa biçûk nakim ku ne ji te, ne jî ji zilmkarên ku di bin hikmê te de, merhemetê bixwazim. Ez bizanibim ku ez ê heta dawiya emrê xwe li zindanan bim, dîsa jî ez ê vê bêrûmetiyê û teslîmiyetê qebûl nekim. 

Em wek HDP û dostên HDPê, em ê bi hev re li hindur û li derve, li dijî faşîzmê li ber xwe bidin û wek tarîxî em ê bi ser kevin. 

Di hucreyên zindanan ên wek F de jî wijdana min rehet e, ez bêtirs im û dilşad im, divê tu vê bizanibî. Lewre ji kerema xwe ji bo min ti xeman nexwe. 

 

Selahattin DEMIRTAŞ
Hevserokê Giştî yê HDPê
Girtîgeha Edirneyê
10 Tîrmeh 2017