Axaftina kurdî ya Demirtaş

Berî her tiştî ez eşkere bibêjim, min gelek dixwast di seranserî pêvajoya darizandinê de, bi zimanê xwe yê dayikê parastina xwe bikira. Lê mixabin ev sed sal e, zimanê kurdî rastî zext û fişareke giran hatiye û ez jî wek bi milyonan zarokên kurd ji zimanê xwe hatime dûrxistin.

Li Tirkiyeyê perwerdeya bi kurdî hê jî qedexe ye û zimanê kurdî hê jî wek fermî nehatiye qebûlkirin. Ziman, çand, dîrok û nasnameya gelê min hem nayê naskirin û hem jî dixwazin wê tune bikin. Polîtîkayên fermî yên înkar û asîmîlasyonê yên dewlet û Hikûmetê, bi awayekî dijwar tên domandin. Ev yek, çandkujî ye. Em ê li her derê, zêdetir li zimanê xwe xwedî derkevin û polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê pûç bikin.  

Di sala 1920an de di Meclisa pêşîn de, nûnerên gelê kurd di zabitnameyên fermî de wek wekîlên Kurdistanê dihatin pênasekirin û bi zimanê xwe yê dayikê û bi cilûbergên xwe xebatên xwe yên Meclisê dikirin. Lê îro, ango di sala 2018an de, di Meclisa Tirkiyeyê de kurd wextê bi kurdî diaxivin, zimanê wan wek “zimanê nayê zanîn” û wek “X” dikevin girteyan.

Televizyon, radyo, kovar û rojnameyên bi kurdî têne girtin, deriyê pêşdibistan û sazî û qursên kurdî têne miftekirin. Qeyûmên ku bi zordarî şaredariyên gel desteser kirine, bi kerb û kînane navên seyrangeh û kolanên bi kurdî diguherin û dikin tirkî.

Gelê me, dê li dijî van polîtîkayên faşîzan ên Hikûmetê, li her derê li zimanê xwe yê dayikê xwedî derkeve. Sed sal e dixwazin zimanê me tune bikin, lê çiqas zext û fişar hebin jî, ev ziman ji îro şûnde jî dê ji bo nifşên nû bê neqlkirin.

Bi rastî min dixwast kurdiya xwe bi pêş bixista û parastina xwe bi temamî bi zimanê xwe bikira. Helbet ez ê gelek xîret bikim ji bo vê yekê. Qet ne girîng e ku hûn min fehm bikin an nekin, hûn guhdariya min bikin an nekin. Lewre hûn guh nadin gotinên min, Hikûmet çi dibêje hûn li gorî wê biryaran didin. Qe ne ez li zimanê xwe xwedî derdikevim û bi vî rengî bersivekê didim van polîtîkayên faşîzan.  

Her wisa, ez dubare bangî hemû gelê me dikim ku li zimanê xwe xwedî derkeve û ez careke din vê feraseta qedexeker nalet û şermezar dikim.

Ez bi dil û can spasiyê li piştevaniya hevalên hatine dadgehê û li parêzer û dostên xwe dikim.

Silhedîn Demirtaş

12 Kanûn 2018