(Di vê axaftinê de mudaxileyeke zimanî nehatiye kirin û taybetmendiyên uslûb/şêwezarê Asya Abdullah hatiye parastin.)

Em gelek spas dikin ji bo vê pêşwaziya we. Mijarên ku em bi we re diwazin parve bikin û li ser rawestin, di serî da wekî hûn jî dişopînin li Sûriyê, 3 sal e, di aliyê tevahiya gelê Sûriyê de berxwedeneke mezin tê meşandin. Ev berxwedan, têkoşîna gelê Sûriyê, têkoşîneke ji bo azadiyê, aşitiyê, dîmoqrasiyê, ji bo avakirina modêleke nû, ku hemû gelê Sûriyê bi nasnameya xwe, bi çanda xwe, bi zimanê xwe, bi ola xwe tê da cî bigre û jiyaneke pirr renglî (rengîn) li welat pêş bikeve. 

Lê mixabin em encamên vê berxwedanê dinirxînin, encamê şerê 3 salan ku di tevahiya Sûriyê da hate pêşxistin, bandora vê li ser civakê, li ser jiyanê, li ser meneviyatê, bandoreke pirr giran li ser tevahiya gelê Sûriyê çêkir. Ji bo encama vî şerî, bi sed hezaran însan jiyana xwe ji dest da. Bi milyonan însan koçber bûn. Biniya vî welatî, zengînbûna wî, kultura wî, di encama vî şerî da gelek hate wendakirin, tunebûn. 

Giraniya vî şerî bi taybetî li ser jinan di asteke herî jor da ye. Li ser jiyana zarokên Sûriyê ku îro rû bi rûyê jiyaneke pirr zehmet in. Wekî partî di serî da jî em, bi çareseriya siyaseta dîmoqratîk û aşitiyane ra ne. Em bi şoreşa aşitiyane ra ne, ne bi şer ra ne. Ji bo wê me, ji destpêka şoreşê heya niha temsîla xeta şoreşa aşitiyane li vî welatî kir. Em alîgirê çareseriya siyaseta dîmoqratik in. Em alîgirê itifaqa gelê Sûriyê ne, biratiya gelê Sûriyê, aşitiya navxweyî ne. Li vî welatî em bi hemû çand û ziman û gelê ku li vî welatî heye, li ser esasa netewa dîmoqratîk, em ber bi avakirina sîstemeke nû li Sûriyê biçin, ku mafê hemû gelê Sûriyê hebe. Wekî partî 3 sal e em li ser vê xetê têkoşîn dikin. Ji bo wê, di siyaseta me da parçebûna welat nîne. Projeya me ya çareseriyê ji bo tevahiya gelê Sûriyê em erênî dinirxînin, em rast dibînin. Encamên wê, destkeftiyên ev projeya siyasî, projeya Xweseriya Dîmoqratîk, îro li herêmên Rojava, di encama damezirandina 3 kantona li herêma Cizîrê, Efrîn û Kobaniyê, ku ev kanton ji bo hemû gelê vê herêmê ye. 

Ji bo tevahiya pirsgirêkên gel li van herêman çareser bike, ji bo ku bibe modêlekê, di nava tevahiya gelê Sûriyê da îro li Rojava ev modêl bi ser ket. Serkeftina vê modêla projeya Xweseriya Dîmoqratîk, encama pêşxistina çanda dîmoqrasiyê ye. Encama pêşxistina xeta siyaseta dîmoqratîk e, a ku wekî Partiya Yekitiya Dîmoqratîk pêşengtiya wê kir. Ji bo wê Xweseriya Dîmoqratîk, rêxistina tevahiya civakê ye. Nasnameya wê çi dibe, zimanê wê çi dibe, dînê wê çi dibe…

Herkes bi rengê xwe, bi xweseriya xwe, bi taybetmendiya xwe dikare di nav sîstema xweseriyê da cî bigre û îro nimûneya vê, di avakirina damezirandina kantoneke wiha da di aliyê pratîk da ev rastî derket. Ji bo wê, projeya Xweseriya Dîmoqratîk, projeya pêşxistina çanda dîmoqrasiyê ya civakê ye. Parastina hemû destkeftiyên civakê ye, destkeftiyên mirovahiyê yê ku di dîrokê da hatiye pêşxistin e. Îro temsîla vê dike, vê pêş dixe. Ji bo wê jî, modêla xwe ya rêxistinê ji komûnan dest pê dike. Ji xelqeya herî piçûk a civakê esas digre. Ji jêr da esas digre. Gunda esas digre û di bajara da, meheleya esas digre. Û li ser vê meclis ava dibe. Û meclîs dikare, bi çandeke dîmoqratîk rêvebiriya civakî bike. Bersiva hemû pêwistiya civakî bide. 

Di projeya xweseriya dîmoqratîk, xeta wê ya siyasî, alîgirê çareseriya dîmoqratîk e. Dîplomasiya wê pişta xwe dide civakê. Pişta xwe dide îradeya civakê û ji bo ku xwestek û hêviyê civakê, dîplomasiyetê û siyasetê dimeşîne. Siyaseta dîmoqratîk ya serkeftî ku pêwistiyê civakê tesbît dike, projeyan datîne, çareseriyê pêş dixe. Riya civakê vedike. Rêxistina civakê ava dike ku civak bikaribe, bi xwe bibe hêza rêvebiriyê. Bikaribe, rêvebiriya xwe bike. 

Îro li Rojava ev, 3 sal e, li hemberî tevahiyê êrîşên siyasî, êrîşên di aliyê grûbên çete da, rewşa zehmet ya di aliyê ambarta (embargo) ku li ser Rojava da ne. Tevahiya herêmên me, di aliyê aborî da di bin dorpêçkirineke herî giran da ne, hem derva hem hundur. Û li welat şerekî pirr dijwar dimeşe. Ema (Lêbelê) bi projeya Xweseriya Dîmoqratîk, ev herêman dikarin bi derfetên xweser, bi hêza xwe ya cewherî, hemû pêkhateyê vê herêmê bi hev ra ne, dikarin 3 salan herêmên xwe di nava vê aloziyê û van zehmetiya da xwe rê va bibin, rêxistina xwe ava bikin, parastina xwe bikin. Sîstema xwe li gorî pêwîstiyên xwe damezrînin, ava bikin. Şoreşa rast, ev e, ku demê civakek bibe xwedî îrade, biryarê xwe bi xwe bide, rêvebiriya xwe bi xwe bike, hemû sazî û dezgehê ku jê ra pêwîst e, bikaribe ava bike, edaleta civakê pêş bixe û civak bibe civakeke siyasî. Ne hinek hêz werin ku desthilatdariyê li ser civakê bidin meşandin. 

Civaka Xweseriya Dîmoqratîk, rêvebiriya navendî qebûl nake. Desthilatdariya dewleta tek bi rengekî qebûl nake. Sîstemeke ku li ser keda wê mezin nebe, qebûl nake. Sîstema Xweseriya Dîmoqratîk, tiştekî qebûl dike, îradeya civakê qebûl dike, biryarê civakê esas digre. Ji bo wê, di Rojava da, ev destkeftî û serkeftinê, aliyê çanda dîmoqrasî û çareseriyê de ê ku çêbin, em bi vê baweriyê têkoşîn dikin ku ev li tevahiya Sûriyê bibe modêl. Ji ber, Sûriye welatekî pirr zengîn e, di aliyê çand, ziman, pêkhatî, ol, ku hemû herêmên Sûriyê ji van beşan, bi hev ra jiyan bikin. 

Modêla çareseriyê îro ne zihniyeta dewletên qewmî ye, ê ku li ser keda civakê xwe mezin dike. Civakê înkar dike, tune dike, bê îrade dike. Tek rengekî dimeşîne. Çareserî îro ne bi modêla ku îro qapîtalîzm, bi navekî cuda bi rengekî cuda, ku em dibêjin qapîtalîsta modernîte, dixwaze li ser keda civakê bandora xwe çêbike. Hemû tiştên menewî yê civakê tune bike. Ferdiyetê, enaniyetê û însanan ji hemû têkiliyên manewî qut bike. Ev jî ne çareserî ye. Çimkî taybetmendiya Rojhilata Navîn, gelek zengîn e. Modêla herî rast em dibînin, modêla Xweseriya Dîmoqratîk e. Ji bo wê gelek hêz, rêxistin ê ku bi tirs in li hemberî kantonên ku îro li Rojava hatine damezirandin. Hinek ê helwêstê wan ne erênî ne, hinek ê bi tirs in, em li vir ji bo hem raya giştî, hem jî bo tevahiya gelê herêmê, bi taybetî em bêjin ji bo hêzên çepger, hemû hêzên dîmoqratîk, îro em li Enqera ne. 

Bi taybetî mesajên me ji bo tevahiya gelê Tirkiyê jî, ku avakirina xweseriya Rojava ne xeter e ji bo tu hêzan û ne xeter e ji bo gelan. 

Tam ‘eksê wê, sîstema xweseriyê, sîstema ku herî zêde xizmeta civaka bike û biratî û aşitiyê di navbera gela da pêş bixe, sîstema Xweseriya Dîmoqratîk e. Ji bo wê, hemû hêzên çepger ê ku xwedî ked in, ê ku pêşengtiya parastina nirxên civakê û keda civakê dikin, hêzên dîmoqratîk, em dixwazin ji nêz va, ew rewşa Rojava bişopînin. Û ji bo ku ev proje bibe malê tevahiya herêmê, destek û alîkarî bikin ji bo pêşxistina vê projeyê. Cardî ew hêzê ku dibêjin, ku bi tirs in, ku li Rojava ev sîstem ev proje bi ya partiyekê hatiye pêşxistin, PYD ye. Partiya Yekitiya Dîmoqratîk e. Em tiştê ku bi rastî pêş ketine, tiştê ku em dixwazin sûretê wê îro li herêma Cizîrê, li kantona Cizîrê heye. 

Kantona Cizîrê, ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Siryanî, Çerkes, Ermenî… Ji wana pêk hatiye. Îradeya van hemûyan, kantona Cizîrê ye. Ji bo wê, hêzên ku di kantona Cizîrê da cî girtine 57 partiyên siyasî û rêxistinên civaka medenî û temsîla netewê ku li herêmê heye. Ji vana deh partiyên siyasî ne. Rêxistina jin, wek çawa di şoreşa Rojava da ne, di pêşxistina çareseriya siyasî û dîmoqratîk da, rêxistina jin pêşenga şoreşê ye. Di avakirina kantona da jî, jin û ciwan pêşeng in. Ji bo wê, weke nimûneyeke herî serkeftî ya kontonên ku îro îradeya jinê tê da li pêş e. 

Di hemû biryara wê da, dereceya yekê, berpirsa kantona herêma Efrînê jinek e. Û di her 2 herêmên dî da, di rêvebiriya kantonê, alîkar û 2 serok û alîkarê kantonan, yek ji vana jin e. Ji bo wê îro jin di hemû mekanîzmeya qerar da cî digirin. Di heyetê ku hatine avakirin, 22 heyet in, dereceya yekê di kantonan da, jin berpirsyar in. ji bo wê kantona Cizîrê, 9 partiyên siyasî yê ku di van heyetan da cî digirin. 3 heyetê ku îro em bêjin gelê Siryan wê rêvebiriya wê bike, bimeşîne. 2 wê gelê Ereb rêvebiriya wê bike, bimeşîne. 3 heyetan jin wê rêve bibe. Temsîla ciwanan, weke heyetekê, wê kar û xebatên xwe di wê heyetê da bimeşîne. 

Hemû ol, bi rengekî hevbeş, wê di heyetekê de karê xwe bimeşîne. Ji bo wê, modêla avakirina kantona Cizîrê, bi pêncî û heft rêxistinên siyasî, ku temsîla hemû netewê ku li vê herêmê heye tê da, sazî û rêxistinên civaka sivîl ji wan hatiye pêkanîn. Ji bo wê jî em dibêjin modêleke herî serkeftî ye û modeleke demên pêş dikare, di Sûriyê da pêşiya xeteriya şerê navxweyî û mezhebî di vî welatî da bigire. Serkeftina herî mezin a gelê Sûriyê, ku dikare li hemberî vê rewşa xirab xwe bigihîne asteke rêxistinê û bi rastî jî bikaribe, rê li pêşiya xeteriya heye bigre. Eger di Rojava da, ev rêxistin, ev modêl pêş neketiba, em bawer in aniha rewşa Rojava, wê pirr xeter ba. Wê rewşeke pirr xerab heba. Ema (Lêbelê) aniha Rojava, deriyê xwe ji bo koçberan vekiriye, ji destpêka şoreşê heya niha. 

Şerê dawiyê yê li derdorê Heleb, bajarê Kobanê, bi hezaran koçber, derbazî herêma Kobanî bûne. û Kobanê di nava 2 hîsara da ye. 2 aliyan çember li ser Kobaniyê heye. Yek hemû deriyê derva ser girtîne, yek jî di hundur da jî hemû derî ser hatine girtin. Ema (Lêbelê) deriyê xwe ji bo birayê xwe yê Ereb, ê ku di herêmê wan da şerekî pirr xerab dimeşe, ku însan neçar dimîne, derdikeve, deriyê xwe jê re vekiriye û xizmeta wê dike û tevahiya herêmên Rojava jî wisa ne. Ji bo wê ew nêrîn, helwest, bi rastî jî yê ku bi tirs e, yê ku bi teredut jiyan dike, li hemberî destkeftiyên ku li Rojava hene, em bi hêvî ne ku herkes ji nêz da bişopîne û bila derbasî Rojava bibin û bila bi xwe bişopînin. Li ser erdê çi heye, li ser erdê îradeyeke çawa heye, modêleke çawa heye, çandeke çawa heye, jiyaneke çawa heye, jiyaneke ku di nava zehmetiyê da çawa hatiye avakirin, em bi hêvî ne ku herkes ji bo ku di serê wan da zelalbûn çêbibe, hemû hêz, sazî û rêxistin, derbasî Rojava bibin û rastiyan bibînin. Bila wê rastiyê jî esas bigrin. 

Va em weke partî jî, ji bo ku em, di van mijaran da ne, destkeftiyên civakê yê ku hatine avakirin, ji bo ku em xizmetê jê ra bikin, ji bo ku di vê sîstemê da em xizmeta tevahiya gelê Sûriyê bikin û hemû pirsgirêkên ku hene, bi hewldanên çareseriya siyasî em pêş bixin. Berê me projeyên xwe pêşkêş kiribûn. Me dixwest ev civîna Cenêva 2yê, yanî civîneke ku hemû îradeya gelê Sûriyê tê da hebe, hemû hêz tê da amade be, ku bikaribe biryarên girîng ji bo rewşa Sûriyê bigre. Lê mixabin zihniyeta ku heye, ev zihniyet heya niha li ber xwe dide ku civak ze’îf be, ji bo ku desthilatdariya xwe bimeşîne. Yanî eger îro Kurd ne li civîna Cenêvê bin, gelek beşên mixalefetê yê dîmoqratîk ne li wir in. Ev êrîş, ev zihniyet, li hember îradeya civaka azad in. Li hember çanda dîmoqrasiyet e. Tirseke ji rêvebiriya civakê heye. Eger rêvebiriya civakê pêş bikeve, desthilatdarî ze’îf dibe. Ji bo wê heya niha gelek hêz ji vê ra ne amade ne û ev jî mijara têkoşînê ye. Li ser esasa çandeke dîmoqratîk pêşxistina têkoşînê ye, pêşxistina destkeftiyên vê civakê ye. 

Em îro pirsgirêka tevahiya Sûriyê, pirsgirêka xwe dizanin. Û em bi hêvî ne jî hemû hêzên ku îro pêşengtiya avakirina sîstemeke nû li Sûriyê dikin, ew jî pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka xwe bibînin. Çimkî di Sûriyê da pirgirêka Kurd, pirsgirêkeke bingehîn e. Ji ber heya niha edalet, azadî, aşitî nebû. Em dixwazin îro li vî welatî ev pêş bikeve. Yanî ev destkeftiyên ku çêbûne, em dixwazin hemû gelê herêmê jî, weke gel, weke hêza civakê, di Rojhilata Navîn da alîgirê vê projeyê be û piştgiriya gelê Rojava, gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Siryanî ji bo ku ev projeya hanê bi ser bikeve, tiştê kêmane temam bikin. Em bi hêvî ne ku gelê herêmê jî ji nêz da, rewşa civakî, pêşketinên civakî yên ku li Sûriyê û Rojava hene, ji nêz da bişopînin. 

Bi taybetî jî piştgiriya jinan pirr girîng e. Çawa li Sûriyê, li Rojava jin pêşengtiya şoreşê dikin, di avakirina sîstemê da pêşengtiyê dikin, em bawer in, li herêmê jî dema ku jin, vê rola xwe ya pêşengtiyê bileyzin, bişopînin, piştgiriyê bide destkeftiyên gel li Rojava. Piştgiriyê bide destkeftiyên jinên Kurd û Ereb û Asûrî û Siryanî, ku yekemîn modêl e ku di vê mistewê (derece/ast) da îro di rêvebiriya da cî girtine. 

Rêvebiriya me ya kontona Cizîrê, serokê kantonê, 2 alîkarê wê yek jê Kurd e, yek Ereb e û jineke Siryanî ye. Yanî em bi vê çandê heta dawiyê bawer in, bi hêza civakê bawer in, bi rêxistinbûna civakê, bi serkeftina civakê em heta dawiyê bawer in. Ê ku heya niha ev ast li Rojava çêkir, cardî hêza civakê û îradeya civakê bû. Vê îradeyê li hemberî şer, li hemberî xisarê, li hemberî jiyana zehmet, gav şûnda neavişt, bedelê pirr giran dan. Bi sedan însan, ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dan. Lê cardî gel, gav paş da neavişt. 

Îro gelê Sûriyê bi taybetî Rojava, amade ye di hemû qadan da bedelan bide ji bo jiyaneke azad, hevbeş, ji bo ku aşitiya navxweyî çêbibe, îro amade ye. Em jî bawer in li Sûriyê, ev îrade yê serbikeve. Ne îro zihniyeteke ku pêncî sal e rêjima BEES temsîla wê dike, îradeya gelê Sûriyê tune dike, dema vê zihniyetê çû. Îradeya civakê ev zihniyet bin xist û ne zihniyeteke îro ku behsa dîmoqrasiyetê bike, ema (lêbelê) emelê xwe, biryarê xwe ne dîmoqratîk be, em bawer in ew jî ser nakeve. 

Ji bo wê serkeftin yê gelê Sûriyê be, îradeya gelê Sûriyê be, çanda dîmoqrasiyê be. Tiştê ku bihêle gelê Sûriyê ser bikeve, îtifaqa civakî ye ya di navbera gelê Sûriyê da îro heye û nimûneya wê jî îro herêma Cizîrê ye. Li ser vê esasî jî weke partî, em heta dawiyê amade ne, bi herkesî ra, bi hemû hêzên dîmoqratîk ra, bi dewletên cîran ra, li ser esasên dîmoqratîk, ji bo berjewendiya tevahiya gelê Sûriyê, ji bo pêşerojeke nû ji bo hemû gelê Sûriyê, em amade ne ku li gel herkesî jî diyalogan pêş bixin. Û hêza çareseriyê em derxin pêş û em bi vê bawer in, emê heta dawiyê jî weke partî pêşengtiya vê bikin, israra vê bikin. Û çi were xwestin jî, em ji bo wê amade ne. 

Careke din jî ji bo ku we me guhdar kir, em gelek spas dikin.