Ji partiya me li hemberî şer bangewaziya aştiyê: em amade ne berpirsyariyê bigirin ser xwe.

Hevserokê me yê Giştî Sezaî Temellî di Konferansa me ya Rêxistinê ya Navendî de derbarê rojevê de daxuyanî da çapemeniyê. Temellî wiha axivî:

Piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî me bi gelê xwe, pêkhateyên partiya xwe, sazî û rêxistinên xwe re her wiha bi saziyên civakî re gelek civîn û hevdîtin pêk anîn. Di encama van civînan de careke din derket holê ku divê li Tirkiyeyê pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî bi lezgînî bên çareserkirin û çareserî neyê taloqkirin. 

Di serî de li Tirkiyeyê û li tevahiya Rojhilata Navîn em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Di van 4 salên dawîn de ji ber zext û zordarî, otorîterbûnê û bêedaletiyê welat ber bi xeteriyê ve dibe. Li pêşiya me du rê hene. Rêya yekemîn rewşa kaosê ye ku ev dê bi dehan sal dewam bike û rêya duyemîn jî bijarteya aştiya bi rûmet û demokratîk e û bi pêkhatina vê bijarteyê dê civak bihêztir bibe. 

Ji bo li Tirkiyeyê li hemberî kaosan aştiya civakî pêk were pêwîst e hemû derdorên siyasî, rêxistinên saziyên civakî, odeyên pîşeyî, sendîka û hemû kesên xwedî wijdan helwestê nîşan bidin û berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin. Di vê pêvajoyê de ji bo aştiya civakî pêk were û çareseriya pirsgirêkan divê diyalog û feraseta muzakereyên demokratîk bi pêş bikeve. Ji bo pêkhatina vê em amade ne berpirsyariyê bigirin ser xwe. 

Peywira esasî ya hemu aktorên siyasî ew e ku li ser bingeha aştî û edaletê siyasetê bixin xizmeta gelên Tirkiyeyê. Bêguman şer di heman demê de tê wateya êrîşa li ser pêşeroja kedkar, jin, zarok û hemû civakê. Pir aşkera ye ku îktîdar di destê AKP’ê de ye û sedema pirsgirêkên heyî ev îktîdar e û ji bo çareseriya van pirsgirêkan muxatabê yekemîn ev îktîdar e. Ji bo pirsgirêk bi aqlê hevpar were çareserkirin divê îktîdar dev ji siyaset û polîtîkayên derxistina pevçûn û aloziyan, dijberiyê berde û pêkanînên li dijî demokrasiyê û hiqûqê bi dawî bike. Em careke din dubare dikin ku ger îktîdar dev ji polîtîkayên neçareseriyê bernede em û gel dê berxwedana xwe ya demokratîk bilindtir bikin. 

Wekî berpirsyariya siyasî û dîrokî divê di mijarên demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka kurd de hemû derûdor bi awayekî aşkera helwesta xwe nîşan bidin. Em di serî de bang li CHP’ê û hemû partiyên di parlamentoyê de û derveyî parlamentoyê cih digirin dikin ku ji bo pêkhatina aştiya civakî berpirsyariyê bigirin ser xwe û li hemberî polîtîkayên şer derkevin. 

Em her tim wekî rêgez muzakereyên demokratîk û rêxistinkirina aştiyê têdikoşin û ji bo welat ji pêvajoya zext û pevçûnan rizgar bikin berpirsyariyê digirin û di mijarê de bila tu guman nebin. 

Ji bo bi awayekî azad siyaset were kirin, normên hiqûqa navneteweyî û aştiya civakî pêk werin em bi awayekî vekirî bang dikin. Em divê banga xwe de jî bi israr in.

Em di wê baweriyê de ne ku li vê erdnîgariyê gel û baweriyên cûda dikarin li ser esasê aştî, demokratî û wekheviyê bi hev re bijîn. Di encama hilbijartinên 31’ê Adarê ya rêveberiyên herêmî de hat pesendkirin ku divê gel ji hev neyên dûrxistin, dijberî û siyaseta li hemberî aştiyê bi dawî bibin. Di vê çarçoveyê de di serî de em bang li hemû partiyên siyasî û saziyên rêxistinên civakî dikin ku ji bo çareseriyê nîqaşan bikin û çareseriyê bi pêş bixin. 

Ji hêla din ve em bi bîrdixin ku gefên amadekariya operasyona leşkerî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê bidawîkirin, ev yek ji bo aştiyê gelekî girîng e. Tişta ku li vê herêmê bê kirin ne bangên ji bo şer û bi cihkirina çekên leşkerî yên wekî tang û topan e, divê bi hemû aktoren siyasî yên herêmê re muzakere bên kirin. Tişta bê kirin ew e ku divê xaka hevpar a Sûriyeyê bê parastin û di çarçoveya demokrasiya herêmê de, rejîmeke demokratîk bê avakirin. Ji bo wê 7 xalên deklarasyona ku birêz Ocalan di hevdîtina 2’yê gulanê de bi rêya parêzeran ji raya giştî re aşkera kiribû, gelekî girîng in. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û aştiya herêmê hevdîtina parêzer û heyetên siyasî ya bi birêz Ocalan re gelekî girîng e. 

Pir aşkera ye ku bi salan e mudaxaleyên leşkerî yên cur be cur li dijî Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin, lê tu encam nehatiye bidestxistin. Lê tarîfa wihdahiyan nayê kirin. Tişta ku tê windakirin canê mirovan, aramî û pêşeroj e. Ev gavên tên avêtin aramiya herêmê xirab dike, di serî de aramiya cîranên me û jiyana gelek welatên cîhanê xirab dike. Ne polîtîkayên aştiyê, polîtîkayên şer û pevçûnê yên ku di nav sînorên welat û derveyê welat tên meşandin, dibe sedem ku pirsgirêk kûrtir bibin û ji çareseriyê dûr bikevin. 

Polîtîkayên hêzên kûrewî û herêmî yên ku ji gengeşiyên di nava kurdan de sûdê digirin, ji bo destkeftiyên gelê kurd û têkoşîna wan gefên mezinin. Di rojên dawî de Kampa Mexmûrê hatiye dorpêçkirin, divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî vê dorpêçê û êrîşên leşkerî yên artêşa tirk a herêmê helwesta xwe bide nîşan. Ev helwest, helwesteke li dijî şerê di navbera kurdan e û pêwîstiyeke avakirina Yekitiya Neteweyên Demokratîk e. Ji bo kurdan Yekitiya Neteweyî di ser hemû partî û kesan re ye. Ji bo gengeşiya di navbera kurdan de bi dawî bibe, divê tişta ku dikeve ser mile her kesî pêk bîne. 

Em careke din dibêjin aştiya xirab, şerê baş tune û em bang li desthilatdariya siyasî û muxalefetê dikin ku li cihê polîtîkayên şer û pevçûnê, di polîtîkaya aştiyê de bibin xwedî aqilekî hevpar û bi pêş bixin.

4 Tebax 2019

Tags : #Sezaî Temellî