Ahmet Yildirim: Em di 5emîn salvegera komkujiyê de ji bo Roboskiyê edaletê dixwazin
Cîgirê Serokê me yê Grûbê Ahmet Yildirim, Parlementerên me yên Amedê Altan Tan û Îmam Taşçier û parlementera me ya Şirnexê Aycan Îrmez, di 5emîn salvegera Roboskiyê de li Roboskiyê beşdarî bernameya bibîranînê bûn. 

Şandeya HDPê û malbatên Roboskiyî, serdana goristana qurbaniyan kirin û li wir ji bo miriyan dua kirin. Parlementera HDPê ya Şirnexê Aycan Îrmez, nameya parlementerê Şirnexê Ferhat Encu ya derbarê Roboskiyê de xwend û piştre Cîgirê Serokê Grûbê Ahmet Yildirim axaftinek pêk anî. Di axaftinê de Yildirim got: 

Em bi minasebeta 5emîn salvegera Komkujiya Roboskiyê ya ku êşa agirê wê di dilê me de hê jî pêdikeve, li vir in. Dilê me ne bi kîn û nefret e û em li pey rovanşekê jî nîn in. Em naxwazin ku xwîna ti kesî birije. Em di gel hemû malbatan, bi tenê edaletê dixwazin. Berpirsên eskerî û siyasî her kî bin, bila ew bêne aşkerekirin û darizandin. 

Eger 34 ajal bi vî awayî û bi hovane bihatiba kuştin, berpirsên wê dê bihatibana darizandin. 34 bira û can û cigerên me hatin perçekirin. Bila ti kes jibîrkirina vê karesatê ji me nexwaze û em ê her bixwazin ku  kujerên wê bêne darizandin. Zû yan dereng failên wê komkujiyê dê di Dadgeha Mezin de hesabê wê bidin. Lê em dixwazin ku li vê dinyayê vê bibînin. Em baş dizanin ku kî ew firroke bi kar anîne û fermana wê komkujiyê ji kî stendine. 

Em bangî Hikûmeta AKPê û Serayê dikin; eger hûn dixwazin ku vê birîna sedsalan derman bikin, ku tê de gellek komkujiyên wek Roboskiyê hene, werin di serî de kujerên Roboskiyê aşkere bikin, çimkî aşkerakirina wê pirr hêsan e û em ji vir destpê bikin û dilê dayikan xweş bikin. Ti tiştekî ji vê însanîtir û wijdanîtir nîn e. 

Di feraseta me de xwîn bi xwînê nayê paqijkirin. Li ser rûyê dinyayê gellek milet û dewlet hene ku arîşeyên xwe bi rêkên diyalog û gotûbêjan çareser kirine. Tecrûbeyeke bi vî rengî jî li ser rûyê dinyayê heye, lê em arîşeyên xwe bi tank û top û sîlehan çareser dikin. Bi vî awayî ti problem nayên çareserkirin. Ev xak êdî bi xwînê têr bûne. Em ê her hewl bidin û her bitêkoşin da ku berbestiyên yasayî yên bikaranîna zimanê me û kultura me rakin, ên ku Xwedê bexşî me kiriye. Em ji ziman û kultura xwe wêdetir ti tiştî naxwazin. Em ne ji ti kesî zêdetir û ne jî kêmtir in. Em ne pozbilind in û ne jî binketî ne. 

Ez sebrê ji bo malbatên dilbikul dixwazim. Doh Hevserokên me yên Giştî silavên xwe pêşkêşî we kirin û dubare sersaxî û sebir ji bo we xwestin. 

Xwedê ti firsendê nede zaliman. Û Înşela Xwedê ji me re nesîb bike ku em darizandina berpirsên vê komkujiyê li ber hikmên edaletê bibînin. 

28 Kanûn 2016