7 parlementerên jin girtî ne

Parlementera me ya Stenbolê Filiz Kerestecioğlu, di hevdîtinên budçeyê de bal kişand ser rewşa zextên li ser partiya me û got: 

Em wek HDP her tim li dijî gotinên ku jinan dikin neyar, gotinên ku jinan bi tundiya mêran re rû bi rû dihêle, sekinîn. Divê yeksaniya mêr û jinan, ji aliyê siyasetmedar û qinyatkaran ve û ji aliyê hemû mirovan ve were  derbirrîn da ku jin li metrobusan rastî pehînan neyên yan jî li dozgehan hincetên “dêreyên kin” û “wêneyên ku li tora civakî hatine parvekirin” nebin hinceta sivikkirina cezayan. 

Sedema vê yekê polîtîkayên bi salan ên hikûmetê ne. Car caran gotinên wezîran, car caran jî yên Serokkomar mixabin zext û zordestiya li dijî jinê zêdetir kirine û aniyê vê astê. 

7 parlementerên jin girtî ne

Li vî welatî jinên hilbijartî hene, şaredarên hilbijartî hene. Ev jin, li dijî tawanên jinê têdikoşîn. Em dixwazin ku di nav HDPê de hejmara parlementerên jin zêdetir bikin, lê hin kes hewl didin ku hejmara parlementerên jin kêm bikin. Duh Cîgira Seroka me Birêz Çaglar Demirel û Berdevka me ya Meclisa Jinan Birêz Besime Konca hatin binçavkirin û dûre jî hatin girtin û bi tevahî 7 parlementerên me yên jin niha hatine girtin. Ev rewş, hewce ye ji aliyê hemû welêt ve were rexnekirin û hewce ye Wezareta Malbatê û Polîtîkayên Civakî li dijî vê rewşê bertekan nîşan bide.  

“Cihê te yan teneşo ye yan jî zindan e” 

Îşkence li Berdevka me ya Meclisa Jinan Besime Konca hat kirin û ev rewşeke erjeng e. Besime Konca wextê ku ji Amedê ber bi Elihê ve hat birin, îşkence lê hat kirin û sirûd lê hatin guhdarîkirin û bi gotinên “cihê te yan teneşo ye yan jî zindan e” hat tehrîkkirin.

Divê Parleman ji bo îtibara  xwe li dijî îşkence û girtinan qebûl neke.

Besime Konca parlamentera vê parlemanê ye û ne tenê îtibara HDPê, her wekî din îtibara vê parlemanê jî tê binpêkirin. Divê ev parleman û Serokê Parlemanê ji bo îtibara xwe vê yekê qebûl nekin û  li dijî vê rewşê bertekan nîşan bidin. 

Divê Komîsyona Daîmî ya Mafên Zarokan were avakirin

Divê demildest Komîsyona Daîmî ya Mafên Zarokan li vê Meclisê were avakirin û xebat bêne destpêkirin.. Di Komîsyona Lêkolîn û Bergiriya Îstîsmara Zarokan de raporek hat amadekirin, lê ev rapor hê nehat pêşkêşkirin. Mixabin her tim karê vê Meclisê yê ji zarok û jinan “girîngtir” heye. Zarok tên îstîsmarkirin û me ev rastî li Karamanê li Semsûrê dît. Di 11ê Berfanbarê de Li Bursayê li wargeha strandina zarokan a ku girêdayî dewletê ye 4 keçan xwestin ku xwe bikujin, îdiayek wiha heye di çapemeniyê de. Erê, ez dixwazim vê îdiayê ji Wezîrê Hêja bipirsim. 

Hemû Endamên Komîsyonê Mêr in

Li hêlekê kameraman bi talîmatan re mijûl in û hewl didin ku wêneyên parlamenterên me veşêrin, li hêla din wan kameramanan dîmena li paş wezîran nedîtin. Hemû mêr in ew ên ku li wir rûdinin. Pispor, burokrat… Mixabin hemû mêr in. Divê kameramanan ev dîmen nîşanî gelê me bida. 

14 Kanûn 2016