
Sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar operasyonên qirkirina siyasî ya faşîzma AKP-MHP’ê şermezar kirin:
Sazî û partiyên Kurdistanî yên Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî ya faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser HDP’ê dan. Partiyan bang li hemû Kurdistaniyan kir ku li ser şopa berxwedanê bimeşin.
48 sazî û partiyên Kurdistanî yên Ewropayê operasyonên qirkirina siyasî yên AKP-MHP’ê şermezar kirin û di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ev berdewama siyaseta wan a qirkirina nijadî ya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Bang li gelê xwe dikin ku em jî li ser şopa wan berxwedêr û xweragirên xwe bi meşin. Her cihekî ku em lêne, em li wêderê li dijî vê şebeka faşist, milê xwe bidin hev û dakevin çalakiyan lidar bixin.”
Daxuyaniya sazî û partiyên Kurdisanî yên Ewropa wiha ye: “Em dibînin, fermandariya faşîzma AKP-MHP’ê, biryarek qirkirina siyaasî ya nû standin û hema bi lezgînî xistin pratîkê jî.
Li gorî daxwiyaniya wan a fermî, 24.9.2020 Desteya Herî Bilind (MGK) a dewletê, civiyaye û biryara careke din êrîşî ser HDP’ê bikin û rêveberên wan bigrin, dane.
Ji xwe bi şev biryar girtin, hema piştî çend saetan, serê şeveqê êrîşî hinek hevşaredar û parlementeran û rêvebarn kirine. Hevşaredarê Qersê Ayhan Bilgin û Parlementerê HDP’ê yê kevin Sirri Sureya Onder jî di nav de nêzî sed rêveberên HDP’ê binçavkirin.
Bêguman ev berdewama siyaseta wan a qirkirina nijadî ya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Her wiha ev, ji lawaz bûna R.T.Erdogan û tirsa wî ya ji rûxandina diktatoriya wî ya faşîst tê. Çendîn lawaz dibe tirsa wî jî zêde dibe û êrîşên xwe yên ser gelê me û bi taybetî yên li ser pêşengên siyasî û HDP’ê zêdetir dike. Lê ev êrîşên xwînxwar wan ji hilweşandinê rizgar nake,
Em bawer dikin êdî gelê me, têra xwe zalimî, qirkerî, dagirkeri û rûreşiya vê şebeka xwînrij û kedxwar a Erdogan û Bahçelî naskiriye. Hilbet li dijî vê zilma mirovahî, çeka me jî ya herî hêja û xurt heye ew jî berxwedan e. Ji xwe yên ew ewqas tengav kiriye û nuha jî ditirsîne ew têkoşîna li dijî wan hatiye dayîn a berxwedêrên gelê me ye.
Em jî; Partî û Saziyên Kurdistanî yên li Ewrupayê dijîn, careke din bang li gelê xwe dikin ku em jî li ser şopa wan berxwedêr û xweragirên xwe bi meşin. Her cihekî ku em lêne, em li wêderê li dijî vê şebeka faşist, milê xwe bidin hev û dakevin çalakiyên rewa û fermî. Em dikarin bi wê dirûşma “Dem Hatiye, Ji Faşîzmê, Tecrîdê û Dagirkeriyê Re Êdî Bes e” re hêzên xwe bikin yek û dawiyê li vê rejîma faşîst bînin.
Di çalakiyên xwe de em bang li mirovahiya cîhanê bikin, bang li hemû sazî û dezgehên demokratan, aştîxwazan û mafêmirovparêzan bikin, da ku ew jî li dijî vê desthilatiya faşîst bertekê nîşan bidin û bandorê li ser têkiliyên dewletên xwe jî yên bi wan re bikin.
Li dijî êrîşên faşîzmê em dengê xwe û hêza xwe xurtir bikin yek û derkevin qadan!”
Navê Partî û Saziyên Kurdistaniyên li Ewrupa wiha ne:
YNK (Yektiya Niştimanî Kurdistan)
Tevgêra GORAN
KCDK-E (Kongra Civaka Kurdistaniyan-Ewrupa)
TJK-E (Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewrupa)
Partiya ŞÛÎ Kurdistan Başûr
Partiya Zahmetkêşan – Başûr
PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiya)
Tevgêrê Azadî
PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat)
P.D.K.S (Partiya demoqtat a kurdi ya sûrî)
Partiya Çep a Kurd li Sûrî
Tevgera Nûjen ya Kurdistanî-Sûrye
PÇDKS ( Partiya çep a Demoqrat a Kurd li Sûriyê)
Partiya Demokrata Kurd li Sûriya( El Partî)
Partiya Çep a Demokrat li Sûriye
Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûrye
Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriye
Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriye
Partiya Demokrata Kurdistanî li Sûrye
Partiya Komanist a Kurdistanî li Sûriye
PÎK (Partiya islamî ya Kurdistan)
KKP ( Partiya Kominîst a Kurdistan)
Tevgera Kawa
PJAK (Partiya Jiyana Azada Kurdistan)
Yakyatî Şorşgêrî Kurdistan
KODAR (Civaka Demokratîk û Azada Rojhelatê Kurdistan)
KJAR (Civaka Jinên Rojhelatî Kurdistan)
Platforma Horam
Plattform Zagros
Plattform Yarsan
Yarî Kurd
Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)
Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V
FEDA ( Federesyona Elewiyên Kurdistan)
NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiya)
Kurdische Zentrum Berlîn
CÎK ( Civaka Islamî ya Kurdistan)
Enstituta Kurdî – Almanaya
Enstituta Kurdî – Bruksel
MŞD ( Meclîsa Şengal a Derveyî Welat)
YMK ( Yekîtiya Mamostayên Kurdistan)
YES (Yekîtiya Êzdiyên Sûri)
Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn
Dachverband der Êzidischen Frauenräte
DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden
Kongeya Gel a Mezopotamya (Mezopotamya Halk Kongresi)
Partiya Azadî ya Mezopotamya (Mezopotamya Özgurluk Partisi)
Kurdistan human rights Association
27 Îlon 2020