1ê Gulanê li hemû karkerên cîhanê pîroz be.

Yek ji giringtirîn pîvana mirovbûnê, bêguman keda wî/ê ye, ya ku ew diafirîne. Êrişeke mezin di van rojên dijwar de li ser ked û kedkaran heye û kedxwariyeke mezin rû dide. Ez, wan kesên ku bi biryar û bi wêrekî têkoşîna kedê dimeşînin û her piştevaniya kedkaran dikin, silav dikim.

Ez, Cejna 1ê Gulanê li hemû kedkarên cîhanê pîroz dikim. Bi hêviya ku di pêşerojê de, gelên me yekîtiyeke adil, azad û yeksan ava bikin, ez di vê rêya dijwar lê giranbuha de, serkeftinê ji we hemûyan re dixwazim.

Silav û Rêz

 

Selahattîn Demirtaş
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan
Girtîgeha Edirneyê