Meşa Cudî hat astengkirin: Heya têkoşîna Cudî û Akbelen bibe yek em ê meşe xwe bidomîn in

Li hemberî şewata daristanên Cudî saziyên Kurdistanê li Silopî çalakî li darxistin:

Bi pêşengiya TJA, HDP û Partiye Çepên Kesk, li hemberî şewata ku tê texminkirin bi hinceta "ewlehiyê" li çiyayhe Cudî hatiye derxistin çalakî hate li darxistin. Nuner û endamên TJA, Partiya Çepên Kesk, DBP, HDP, Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê, nunerên STK'yan, parlamenter û gelek kes beşdarê çalakiyê bû. Lê hêzên dewletê meşa ber bi Cûdiyê asteng û çalakvanan dorpêçkirin. Li gel vê yekê çalakî hate li darxistin û di çalakiyê de Parlamentera Şirnaxê ya Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal Kurdî axivî û wiha got: 

Dorpêçkirina çalakiya me tecride, tunekirina bê mirovahiya xwezayê ye

Çapemeniya heja,  

Îro li vir me xwest li ser talankirina dar û xwezaya xwe em çalakiyek li darbixin. Saziyên heremê, saziyên ekolojiyê ji bo meşeka xwezayê hatin cemhev; me xwest em bimeşin lê navçeveya me ya Silopî hatiye dorpêçkirin. Îro mafê herî rewa tê astengkirin, ji bo xwezayê nahêlin em meşek li darbixin.

Ji sala 1920’an vir ve çiyayê Kurdistanê tê şewitandin

Îro tişta têkirin pergala ku hatiye avakirin keyfî û dijhiquqî ye. Îro li hemû cihanê ji bo felaketên ekolojiyê hene û ji bo van yakan jî çalakî tên li darxistin. Yek ji wan jî li çiyayê Kurdistanê ye. Lê ev şewat ne tenê bi destê şirketan bi tenê bi talankirina pergala kapîtalîst, li ser bimirovahî û xwedî hiştina welatê me ev politika tên meşandin. Ev firaset ji destpêka komara Tirkiyeyê  heya îro didom e. Di sala 1920’an de li ser kuştina Şeyh Saît û daristan destpêkir. Di sala 1938’an li ser Dersîm û çiya û daristanên dersimê. Di sala 1990’an de bi hezaran gundên Kurdan hatin şewitandin û talankirin. Ev aqil bi salane bi riya barajan, HES’an, santralên nukluer, li ser talankirina ekolojik xwe dide meşandin. Ev hişmendî di heman demê de hişmendiya şer e. Li ser hijmandiya tune hesibandina jinê ye. Di heman demê de bêçareseriya pirsgirêka kurd e. Bi sed salan e ev politîka ji bo bê mirovhîştina erdnigariya Kurdistanê ye.

Heya dengê Cudî û Akbelen bibe yek em ê meşa xwe bidomîn in

Em li vir bang dikin, ne li Akbelenê li Marmarayê, Hatayê, Egeyê ne şewitandin û talankirina daristanan rant û talana kapîtalîst û ne jî li Kurdistanê qerkirina dar û xwezayê ji hev ne cûdaye. Hemen aqîl û hişmendî li ser piya ye û xwe dide meşandin. Heman hişmenê dixwaze îro li vir me di nav tecridê de bihêle. Herdû alî girtiye û me ji gelê silopîya qut bike. Dixwaze daristanên me bê mirov bihêle. Bêmirov hiştinh tecride, pergala sedsala vê dewletê ye. Ev pergal pergala ku li İmraliyê hatiye destpêkirin e. Îro li vir em wekî jinên azad yên kurd me vê çalakiyê li darxist. Ger ku ev dewlet li dijî  peymanên navneteweyî û peymanên xwe şer û konsepta li hemberî Kurdistanê dimeşîne em qebûl nakin. Em vê aqilê li ser şer û politikayên Kapîtalizmê dimeşe em qebûl nakin. Ji vir heya Akbelen û Meraşê em ê têkoşîna xwe bi hev re bi yekparê bimeşînin û biserbikevin. Ne çiyayê Cudî ne Gabar ne Akbelen ne Marmara bi tenê ye. Heya têkoşîna me bibe yek emê bi berxwe bidin. Em vê helwestê şermezar dikin, piştî vê daxuyaniyê emê 15 daqiqa çalakiya runiştinê bikin.

Li ser navê Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê jî axaftin hate kirin û ji bo astenkirina çalakiya xwezayê hate şermezarkirin.

Hêzen dewletê li gel astenkirina meşê, gelek caran gef li çalakkiran xwar û mudaxeleyê çalakiyê kir.

31 Tîrmeh 2023